Li Minbicê 40 çete hatin kuştin, şer didome
MINBIC – Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî noqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li gundewarên bakurê Minbicê kirin. Li ser bersivdayîna şervanan şer derket. Di şerên li vir û şerê ku hîn li navenda bajarê Minbicê de didome, 40 çete hatine kuştin.
Nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandin ku di dema pêşveçûna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li çargoşeya ewlekariyê ya li navenda bajarê Minbicê 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Nûçegihanan diyar kirin ku şevê din çeteyên DAIŞ’ê saat 23:00’an de êrîşî noqteyên şervanên Minbicê yên li derdora Çemê Sacûr ê li gundewarên bakurê Minbicê kirin. Li ser bersivdayîna şervanan şer derket. Di sere ku heta niha didome de 13 çete hatin kuştin.
Li aliyekî din şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşa çeteyan a li ser gundê Um Edesa û El-Dendeniyê yên dikevin gundewarên rojavayê Minbicê têk birin.
Îro saat di 5:00’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Xirbit El-Rûs, Cib El-Neşama û Xirbist El-Siwada kirin. Li ser bersivdayîna şervanan şer derket. Di van şer û pevçûnan de 18 çete hatin kuştin û êrîşa çeteyan hat têkbirin.
Operasyona şervanan li herêmê didome.
(xê/dm)
ANHA