Li Misircê Terora Dewletê
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan serê sibê bi ser avahiya BDP'ê, Şaredariya Misircê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şaredariyê Mala Çandê û mala Nûçegîhanê me Abdullah Çetîn de girt. Di serdegirtine de heta niha 4 endamên meclîsê û 2 rêveberên BDP'ê hatin binçavkirin.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Sêrtê serê sibê li navçeya Misircê ya Sêrtê bi ser avahiya BDP, Şaredariya Misircê, Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şaredariyê Mala Çandê û mala Nûçegîhanê me Abdullah Çetîn de girtîn û lêgerîn pêk anîn. Polîsan di serdegirtine de heta niha 4 endamên meclîsê û 2 rêveberên BDP'ê hatin binçavkirin. Polîsan di serdegirtinan de mal tev li hev kirin û Endamên Meclîsa Şaredariyê Şakir Evirgen, Ahmet Keklik, Enife Esmer, Selamet Sadik, Endam û rêveberên BDP'ê Abdulgaffur Kabilay, Sinem Ateş binçav kirin.
Her wiha lêgerîna li mala nûcegîhanê me yê DÎHA Abdullah Çetin û mala Endamê Meclîsa Şaredaiyê Unal Bozyîgît hêj diome. nehat zanîn ku der barê Unal û Çetin de biryara binçavkirinê heye ya na. Lêgerîn didome... DÎHA (mae)