Li Moskowê Kurdên destpêkê
Rahmî Yagmur Moskow - Beriya ku Yekitiya Sowyetan hilweşe li Moskowê hijmara kurdan ewqasî hindik bû ku bi tiliyên destan dihatin hijmartin. Li gorî hinan 15 û li gorî hinan jî 20 malbat lê dijiyan. Rêya hinan ji ber sedema perwerdehiyê û yê hinan jî ji ber sedema evînê li Moskowê gihabû hev. Çîroka hinan jê jî nayê zanîn.
Piraniya kurdên li Sowyeta Sosyalîst pêşî li Qefqasan, li deverên nêzî sînorên Bakurê Kurdistanê dijiyan. Ji ber sedema mişextiyên 1930î birek ji kurdan ji neçarî di Asyaya Navîn re derketin.
Li deverên rojhilatê Sowyetan hin kurd hebûn ku wekî koloniyan dijiyan. Lêbelê li Moskowya navenda Sowyetan pir hindik kurd diman. Hijmara wan ewqasî kêm bû ku navên hemûyan jî dihate zanîn. Ji vanan çendek jê peywirdarê hîndekariyê yê di zanîngeha dewletê de û yekem nivîskarê ferhenga Kurdî- Rûsî Farîzof û malbata wî, Tîtal Elegezê ku li navenda lêkolînên enerjiya atomê de dixebitî, peyamner Keremê Reş, Mirazê Seydo Kolozê Kal ku salên bihurî çûbû ser dilovaniya xwe, Dîmayê Pîrz, Mistafayê Emîn û çend malbatên din bûn.
Jiyana hemûyan ji ya Kurdên ku li Qefqasan dijiyan cudatir bû. Lê taybenmendiya hevpar a hemûyan ew bû ku li ser nasnameyên xwe yên millî bûn. Kurdên ku li Moskowê dijiyan li ser nasnameyên komînîst ‘’Kurd’’ didane nivîsîn û gellekî girîngî didane vê mijarê. Bi zarokên xwe re tim bi kurdî didan û distandin.
JI BO SVETLENA MOSKOW
Di dema Sowyetan de kêm kesan dixwest ku biçin li Moskowê bijîn; loma hem ji ber sedema metirsiya qutbûna ji beşên etnîk yên cihê ku lê dijiyan û derfetên kar û debarê ku rejîma sosyalîst li cihê ku lê dijiyan dabîn dikir di heman astê de bûn. Ji bo vê sedemê jî ne tenê kurdan herwiha gelên din ên li Qefqasan jî heya ku ji destê wan dihat nedixwestin biçin Moskowê.
Ji ber van sedemên jî her kurdên ku hatibûn Moskowê xwedî çîrokeke xwe ya taybet bûn. Mirazê Seydo bi dû jina ku jê hez dikir ketibû. Seydo çîroka xwe ya ku ew di Moskowê re derxistibû, wiha ji me re vedibêje:
‘’Li gel malbata xwe ez li Tiflîsê dimam. Bavê min di stesyona trênê de dixebitî û diya min jî karê paqijkirina kuçeyan dikir. Di 1970î de piştî ku min leşkeriya xwe kir bi çend hevalên xwe re ji bo seyrana çend rojan ez çûme bajarê Soçî yê Rûsyayê. Li wir min û jineke bi navê Svetlena me hev nas kir. Svetlena hem jineke pir delal û hem jî qenc bû. Min dil avête ser wê û me biryar da ku em bi hev re bizewicin. Dema ku ez vegeriyam Tiflîsê û min ev biryara xwe ji malbata xwe re got qîr û qiyamet rakirin. Loma wekî hemû kurdên ku li Tiflîsê dijiyan malbata min jî kurdên Êzîdî bû. Di Êzdayetiyê de qedexe ye ku êzîdiyek biçe bi yekî/a ne êzîdî re bizewice. Ji bo vê sedemê jî malbata min bi hişkî li dijî vê biryara min derketin. Lê min bi ya wan nekir, min tûrikê xwe da milm xwe û rasterast ketim ser rêya Moskowê.
Svetlena li maleke nêzî Meydana Sor, li gel diya xwe ya ku ji bavê wê cuda bûbû, dijiya. Diya wê wekî yekî Qefqasî bim ez disêwirandim. Di destpêkê de diya Svetlenayê got ku ji ber sedema cudabûna çandê, ji zewaca me bigûman e. Lê piştî ku ez nas kirim dilê wê rehet bû û di demeke kin de zewaca me pejirand.’’
SERKFETINA KOMÎNÎSTÊ CIWAN
Di heman çaxan de Tîtalê Elegezî yê ku di beşa lêkolînê ya enerjiya bilind de dixwend û endamê Komsomolê yê rêxistina komînîst a ciwanan bû piştî ku dibistana xwe diqedîne ji bo bernameyê tê Moskowê. Elegezî xwe li enstîtuya lêkolînê ya enerjiya bilind, ya li Kraşne Paxrawê dide nivîsîn. Elegezî bi vî rengî behsa wan deman dike:
‘’Ez hê pir ciwan bûm û di perwerdebûnê de pir serkeftî bûm. Wan deman çawa ku hemû lêkolînên zanistî li Moskowê bûn herwiha navendên herî serkeftî ên lêkolînê jî li wir bûn. Ji bo vê jî hemû xwendakarên serkeftî yên li deverên din jî dianîn vê navenda lêkolînê. Ez jî hatim vir û min xwe li enstîtuya têkildarî akademiya bilind a Rûsyayê da nivîsîn. Li vî bajarî min cihekî yek odeyî ji xwe re deman kir. Wê demê di rêveberinê de Nîkîta Kruşçev hebû, ji bo vê jî dema ku Moskow dihate gotin Kruşçev bi bîra mirov dihat. Di destpêkê de min bi pereyên ku li gel xwe anîbûn debara xwe kir, jixwe piştre mehmiz(mehane) dabûne me. Min beşek ji vî pereyî ji bo demanê(kirê) dida û hindek jê jî dima. Min xwarina xwe li kargeha xwe dixwar.
Wan deman ti tengezariyên me li bajêr nebûn, sosyalîzm di heman demê de çandek jî bû. Ez ji bo vê sedemê vê dibêjim; bi mirovên li kuçeyê dijiyan re jî çanda bihevrejiyanê hebû. Di kargeha me de jî li gel mirovên ku em bi hev re dixebitîn çanda bihevrexebitînê û lihevxwedîderketinê hebû.
Piştî demekê ji Krîşne Paxrawê ez hatim Metro Taganskaya li navenda Moskowê. Ez li wir di beşa lêkolînê ya enstîtuyê de bi cih bûm. Ti pirsgirêkên min ên debarê nîn bûn, lêbelê ji tenêtiyê ez tengezar dibûm. Ez di nav malbateke 9 zarokî de yanî di nav malbateke klasîk a kurdan de mezin bûbûm û ji bo vê jî bi min dijwar dihat ku di odeyekê de bi tena serê xwe bijîm.’’
JIYANA LI MOSKOWÊ
Mirazê Seydo yê ku jiyana xwe ya piştî zewaca bi Svetlena re vedibêje, dibêje ku jiyana wan ne luks bû lê dîsa jî ew ne hewcedarî hinan bûn:
‘’Svetlen bijîşk bû, ez li ber destê mobîlyafiroş xebitîm. Rojê li derdora heşt saetan em dixebitîn. Jixwe wê demê piştî ku em zewicîn dewleta Rûsyayê ez kirim hemwelatiyê xwe û nasnameya Rûsan dane min. Yanî ev burokrasiya ku niha bi salan dom dike wan deman nîn bû.
Me herduyan jî mehmiz distand. Wan deman li dikan û markêtan evqas tişt nebûn. Cureyên zad û cilan kêm bûn. Mînak li dikana mobîlyayê ya ku ez lê dixebitîm, mirov ji bo ku mobîlyayan bistînin diviyabûn xwe bidin nivîsîn û bikevin dorê de. Zadê ku me ji market û dikanan dikirî encax têra me dikir. Jixwe bi mirovan re jî ev çavbirçîtî û têrnebûyîn nîn bû. Lê dîsa jî ya herî girîng ew bû ku mirovan dahatuya xwe ya civakî di ewlehiyê de didîtin. Ê herî hejar yan jî yê herî destteng jî dema ku biketa tengasiyê dizanîbû ku yan dewletê wê jê re karekî peyda bike yan jî wê pêdiviyên wî yên jiyanî dabîn bike. Lê niha yê herî dewlemend jî bi mantiqekî mezixtîner li gel ku ji alîyekî ve di nav firehiyê de dijî jî li aliyê din jî dikeve metirsiya pêşerojê. Mînak hatiniya min a niha ji hatiniya min a berê pir bêhtir e, lê ez ti caran bi qasî wan deman ne dilrehet im. Loma mirov tim ditirse ku wê tiştek bibe ku dibe qey wê hebûna xwe ji dest bide. Heke sermîyanê mirov ji dest mirov biçe dibe ku mirov heta hetayê di nav hejarî û belangaziyê de bijî.’’
DIVÊ KURD DI SOSYALÎZMÊ DE RIKDAR BIN
Yek ji endamê komsomolê Tîtalê Elegezî ku pêvajoya geşedan û hilweşîna sosyalîzmê germegerm jiyayî, ramanên xwe yên di derbarê kurdan û sosyalîzmê de vedibêje û wiha didomîne: ‘’ Kurd divê di sosyalîzmê de rikdar bin. Gelê kurd hêjarî û bindestî ditî ye. Rast e ku mêyla gelê me li ser polîtîkayên sosyalîst hebe. Gellekî rast difikirin ku rizgariya xwe ya polîtîk û ekonomîk di sosyalîzmê de dibînin. Ne tenê rizgarî, modernîzasyona gelekê ku bi salan hatiye dagirkirin encex bi sosyalîzmê dikare pêk were. Dîsa zeviyên wan ên ku bi destê dijminên wan, di ser hevkariyê re hatine dabeşkirin dive dîsa li hev were parvekirin. Yanî bi reforma axê û bi kêferata li ser kedê jiyaneke nû dîsa dikare were avakirin. Kurd dizanin bê hejarî û ked çi ye, ne ji bo hinê din, lê ji bo xwe dive bibêjin perwerdehî, zanebûn, ax û azadî. Wê demê dikarin tiştên mezin pêk bînin. Rûsan ji welatekî kavil bûyî û hilweşiyayî di 3o salî de welatekî hêzdar afirandin. Ji bo vê jî dema ku Serok Apo ji bo kurdan ev nirx diparastin rast dikir. ‘’
DI BAJARÊN NEHÎTE DE LÊGERÎNA LI NASNAMEYÊ
Tîtal pirsgirêka nasnameyê ya li bajarên mezin wiha dibêje: ‘’ Ji min ve wilo dihat ku li Moskowê min nasnameya xwe ji nû ve kişf kiribû. Belkî jî sedema wê ew bû ku li bajarê mezin hijmara kurdan pir hindik bû. Lê evîneke min a sosret a kurdayetî geş bûbû. Di pirtûkxaneya mezin a Lenîn de, dema ku şemî û yekşeman diçûm Moskowê min hem di derbarê branşa xwe de li pirtûkan dinêrî û hem jî li pirtûkên di derbarê dîrok û çanda kurdan de dinêrî. Li vir pirtûkeke bi navê ‘Di Sedsala 15 û 16ê de Îran” hebû. Min ev pirtûk vedikir û dixwend. Qet ji bîra min naçe ku di vê pirtûkê de dihate gotin ku kurdan radihiştin zarokên xwe yên nû xwedêdayî û diçûn ber rojê, li hemberî wê kabên xwe dişkandin û zarok didane ber rojê. Di vê pirtûkê de tim dihate gotin ku kurd bi rojê diperizin. Dîsa pirtûka Şerefxanê Bedlîsî hebû û li gelek pirtûkên ku niha bi bîra min nayên rast hatibû.
Piştî demeke ne dereng ez çûme cem nasên xwe yên li Yêrîvanê û ez zewicîbûm. Li gel ku asteke min a baş a perwerdehiyê hebû jî min qet pirsgirêk nedît ku li gorî kevneşopiyên bav û kalan bizewicim. Jixwe dema ku ez bûbûm endamê ciwanê komînîst jî min li ser nasnameya xwe ya Komsomolê kurd dabû nivîsîn. Piştî ku me dawet kir, ez hevjîna xwe em bi hev re li Moskowê vegeriyan û çûme ser karê xwe. ‘’
KURÊ BAVEKÎ KU DI ENIYA ARTÊŞA SOR DE ŞER KIR
Mirazê Seydo jî wiha behsa wan rojên xwe yên li Moskowê dike: ‘’Bavê min yek ji xaziyê şerê cîhanê yê duyê bû. Bi qasî çar salan di eniya Artêşa Sor de li dijî faşîstan şer kir. Lê tişta ku ji bavê min ji min re mayî ne bîranînên di derbarê şer de lê niştîmanperweriya wî ya kurdewar bû. Piştî ku ji kar vedigeriya radihişte radyoya li malê ya biçûk a xerabe, bi saetan bi bistika wê dilîst û hewl dida ku li kurdî guhdarî bike. Qenc bi bîra min nayê lê ez dibêm qey wan deman hin radyoyên kurdên Îraq û Îranê hebûn. Bavê min ew radyoka xwe dida ber guhê xwe û bi bistika wê bi saetan li kurdî digeriya, dema ku carinan dengê wê zelal dibû hemû malbatê bi carekê re xwe kerr dikir û me derfet didît ku li stranên kurdî ên ku ji kûr ve dihatin, guhdarî bikin. Ev bîranînên min ên zaroktiyê yên li Tiflîsê di hemû jiyana min de ji hezkirina min a ji welat û gelê min re bû bingehek. Vê hezkirinê li ser jiyana min a li Moskowê jî bandore xwe hişt.
Wê demê kurdên li Moskowê ewqasî hindik bûn ku bi tilîkên destan dihatin hijmartin. Lê her kurdê ku rêya wî bi Moskowê ketî teqez dihate seriyek li min dida. Hevbajariyên min ên Ermenîstanê, Azerbeycan yan jî ji Gurcîstanê ku rêya wan bi Moskowê diket, seriyek li min didan. Hem min ew li Moskowê digerandin û hem jî min hesreta xwe dişkand. ‘’
KOLOZÊ PÊLAVÇÊKER Ê PÎR Û DIJÛNKER
Seydoyê ku niha wekî niştecihê Moskowê tê qebûlkirin di nav bîranînên xwe de behsa kalekî dike ku wî qet ew ji bîr nekiriye: ‘’ Demekê me mala xwe biribû Mayakovskiyê. Li Moskowê bi navê Koloz yekî kal ku boyax dikir hebû. Koloz ji zaroktiyê ve li Moskowê bû. Çi kesê li Moskowê ew nas dikir. Di quncikekê de kozikeke wî ya pêlavan hebû. Li ber kozika xwe rûdinişt û pêlav boyax dikirin. Ji ber ku mala me nêzîkî wir bû pirî caran diçûme wir û min pêlavên xwe pê didan boyexkirin. Lê armanca min ji boyexkirina pêlavan bêhtir ew bû ku wî bibînim. Koloz li ser kurdan dimir. Dema ku ez diçûme cem û min pê re civet datanî pir kêfa wî dihat. Dema ku ez nû digihaştim cem wî li welat dipirsî û digot, kurdê li Tîflîsê çawa ne; çawa dijîn, qet têne Moskowê, rewşa wan çawa ye, hema dida dû pirsan. Dirêj û dirêj em diaxaftin. Koloz bi jineke rûsî re zewicî bû û du zarok jê re çêbûbûn. Beriya bi 2-3 salan çû ser dilovaniya xwe. Zarokên wî di nav çanda rûsan de mezin bûn û di nav wan de winda bûn. Niha malbata wî kes nas nake.”
DI NAV PARTIYA KOMÎNÎST DE PIŞAFTIN
Tîtalê Elezgezî ku hilweşîna Sowyetan bi pişaftina nav partiyê ve girê dide vegotina bîranînên xwe wiha berdewam dike: ‘’ Ez yek ji endamê partiya komînîst bûm. Demekê mirovên ku di karê xwe de serkeftî û dildarê sosyalîzmê dixistin nav kadroyên partiyê. Evana pêşî dibûne endamê komsomolê û piştre jî dibûne endamê partiyê. Lê piştre hijmara endamên partiyê ji 15 milyonî bihurî. Pêre pêre ên bertîlxur û dizek partî wekî sîwanekê bi kar anîn. Rêveberên partiyê bixwe jî avatajên ku partiyê dida wan ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî bi kar dianîn. Ev yek ji nîşana herî girîng a pişaftina nav partiyê bû.’’
Mirazê Seydoyê ku digot li gel hemû tevlîheviyan jî civakê derbeya artêşa sor pesend nedikrin û bi awayekî bêhişî piştgirî didane Yeltsîn, bi berdewamî diyar dike ku hilweşîna sosyalîzmê bû sedema aloziyên mezin: ‘’
‘’Wan deman mala me di kolana Astankîno ya li Vedenxayê bû. Demekê di pevçûnan de berên çekan dihatin ser mala me re. Dikan û mexeze vala bûn, hejarî zêde bû, gel di nav tirs û metirsiyên mezin de bû. Ti kesî nedizanî bê siberoj wê çi nîşanî wan bide.
Wan deman min jî li nêzî mala xwe klûbeyek danî û hewl da ku tiştên xwarinê bifiroşim. Piştre min çend bufeyên din jî vekirin. Pêre pêre min nasên xwe yên li Tiflîsê jî anîn ba xwe. Pêşî min ji birayê xwe re û piştre min ji nasên xwe yên din re kar peyda kir. Carekê dewletê hat ji me re got ku bufuyên xwe rakin û li şûna wê ew ê cihê restoranê bidine me. Wilo jî bû, niha em restoranê dixebitînin.’’
HERIKÎNA KURDAN A BER BI MOSKOWÊ VE
Piştî hilweşîna YKSSê (Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst) Rûsya bi carekê re bi awayekî bilez bêkontrol mezin bû. Rûsya ji mirovên ku ji welatên Qefqasan, ji deverên kêm pêşkeftî yên Rûsyayê û welatê derdorê, ji Rojhilata Dûr dihatin û li kar digeriyan, tije bû. Dîsa Moskowê hêjarên xwe çêkirin. Hejarî ji sûc re bû bingeh. Niha li kuçeyên Moskowê ji madeyên tevîzîner bigire ta bi kuştinên edlî, ji şelihandinê bigire ta bi êrîşên faşîstî pêkan e ku mirov bi gelek sûc û êrîşan re rû bi rû bibe.
Seydo Moskowa niha jî wiha dibêje: ‘’Piştî ku Sowyet hilweşiya Moskow bi carekê re guherî, kuçe bi mirovan tije bûn. Bajarê ku em lê dijiyan bi me jî biyanî xwiya dikir. Karmendên dewletê jî tê de ji bo ku xwe têr bikin her kesî dikarîbû her tiştî bikin. Ji tevlîheviyên polîtîk bêhtir tevlîheviyên civakî hebûn. Her kes bi kapîtalîzma hov re rû bi rû bûbû û bûbû parçeyek ji wê. Ji hêlekê ve şîrketên mezin, navendên asûkên mezin û biçûk dadimezirîn û li hêlekê jî kuçe bi hejar û sûcdaran tije dibûn. Niha otorîteya dewletê hêdî hêdî bi cih dibe. Ferqa di navbera hatiniya koçberên û ya gelê Rûsyayê de û ferqa di navbera jiyana wan de hê bêhtir dibe. Ti kesek wê careke din wê jiyaneke wiha wekhev û ewlekar nebîne.
Piştî hilweşîna Sowyetan bi hezaran kurdên ku li Qefqasan û li Asyaya Navîn dijiyan ji ber sedemên pirsgirekên aborî û polîtîk ber bi Moskowê ve herikîn. Hinek jê çûne ba nasên xwe yên wekî Seydo hinan jê jî bi baholên xwe yên li pişta xwe di karên curbecur de xebitîn. Ne tenê ji cografyaya Sowyeta Kevin ji çar parçayên Kurdistanê jî bi hezaran kedkar ji bo xebatê di Moskowê re derketin. Îro li Moskowê Kurdên Êzîdî, li cem karkarên kurdên ku ji kurdistanê hatine û bi sedan kurd jî di bazarên Moskowê de hewl didin ku debara xwe bikin û jiyana xwe bidomînin.
*Ji Arşîva ANF'ê ya 2009
ANF NEWS AGENCY