Li Mêrsînê mexdûrên erdhejê ji dibistanê tên avetin
Mala Piştgirî û Perwerdehiyê ya Şaredariya Akdenîzê, piştî erdhejê piştgiriya perwerdehiyê da malbatên mexdûrên erdhejê û ji bo 50 xwendkaran pol vekir. Li aliyê din xwendekara pola 11'emîn Şîlan Acar, jî diyar kir ku li dibistana ku ji aliyê Qeymeqam ve hatiye bicihkirin rastî cudakariyê tê. Acar, anî ziman ku ji ber ew ji bajarên Rojhilat hatiye rastî cudakariyê tê.
Mala Piştgirî û Perwerdehiyê ya Şaredariya Akdenîzê, piştî erdhejê piştgiriya perwerdehiyê da malbatên mexdûrên erdhejê û ji bo 50 xwendkaran pol vekir. Şaredariyê ji bo piştevaniya 50 xwendekarî şahiya piştevaniyê pêk anî. Şaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk, li pirsgirêkên xwendekaran guhdar kir û anî ziman ku wan ji destpêka erdhejêde ji bo birînên mexdûrên erdhejê guhdar bike ji roja ewil heta niha ketine nava hawldanan û hêj di nava hewldanan dene. Turk, anî ziman ku bi taybetî gelê Mêrsînê piştgiriyek mezin da wan û wiha got: "Me bi piştgiriya gelê Mêrsînê 19 TIR alîkariya erzax û alavên malê şandin ji gelê Wanê re. Rêveberên Tirkiyeyê karê xwe yê li hemberî erdhejan pêk neanî.
'Gelê Akdenîzê tu kes vala venegerand'
Turk, destnîşan kir ku gelê navçeya Akdenîza Mêrsînê ji ber mêvanperwerî û alîkariya xwe tu kes ji derî vala venegerand û alîkarî da welatiyên mexdûrên erdhejê.
Xwendekara bi navê Ayşe Neşe Aslan jî anî ziman ku ew rastî gelek pirsgirêk hatin, lê Şaredariya Akdenizê piraniya van pirsgirêkan çareser kiriye. Aslan, da zanîn ku ew rastî eleqeyek gelek mezin hat û vê eleqeyê ew pir kêfxweş kiriye.
Aslan, daxuyand ku bi taybetî mamosteyê mala piştgiriya perwerdehiyê gele bûne alîkarê wan û gelê Mêrsînê yê kurd kesî ew ji deriyê xwe vala venegerandine.
'Em li dibistanê dewletê dên avêtin'
Xwendekara pola 11'an a bi navê Şîlan Acar jî anî ziman ku ew li dibistanên dewletê rastî neheqî û cudakariyê tên. Acar, da zanîn ku dibistana ku Qeymeqam qeyda wê çêkiriye rastiya cudakariyê te û wiha got: "Uniformayê me cuda ne. Em rastî pêkanînên cuda tên. Piştî ez rastî van pêkanîn û nêzîkatiyên ku min cuda dibîne hatim, êdî naçim dibistanê. Min pir zor û zahmetî kişand. Ji ber ku em ji rojhilat hatine em cuda tên dîtin."
Xwendekarê bi navê Orhan Babat jî anî ziman ku ew ji aliyê Şaredariya Akdenîzê ve rastî eleqeyek gelek mezin tên û Şaredarî li wan xwedî derketiye. Babat, da zanîn ku hem şaredarî û hem jî mamosteyên dibistanê eleqeyek gelek baş nîşanî wan daye. Xwendekara bi navê Dîlan Aksu jî anî ziman ku ew ji eleqeyeka şaredarî û mala piştgiriyê gelek kêfxweş in."
DÎHA (mae)