1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Mûşê qirêjiya hewayî zêde bû
Li Mûşê qirêjiya hewayî zêde bû,li,mûşê,qirêjiya,hewayî,zêde,bû

Li Mûşê qirêjiya hewayî zêde bû

'Ardûyên erzan hewayê zêdetir qirêj dike'

A+ A-

NECDET YENTURK Li Mûşê piştî hewa sar bû, sotemeniyên ji bo germbûnê tên şewitandin dibe sedema qirêjiya hewayê. Sekreterê Yekîtiya Odeyên Tabîban ê Mûşê Kenan Işik, diyar kir ku qirêjiya hewayî dibe sedema nexweşiya riyên bêhdayîn û hişyarî kirin.

Piştî li herêmê hewa sar bû, sotemeniyên tên şewitandin li Mûşê dibe sedema qirêjiya hewayê. Li bajar bi taybet welatî şevê nikarin li kolanan bigerin û bi taybet welatiyên nexweş ji ber qirêjiya hewayî bi bandor dibin. Sekreterê Yekîtiya Odeya Tabîban a Mûşê Kenan Işik, diyar kir ku piştî demsala zivistanê nêzîkbû qirêjiya hewayî jî zêdebû û bi taybet kesên nexweşên astim, poz û qirêkê gelek jê bandor dibin. Işik, anî ziman ku ji bo qirêjiya hewayî bê parastin divê rayedar dest bi tevgerê bikin. Işik, da zanîn ku ji ber demsaliya zivistanê li herêmê 6 mehan berdewam dike û wiha got: "Hêj demsala zivistanê dest pê nekir qirêjiya hewayî dest pê kir. Piştî rewşa hewayî dest bi sarbûnê kir bi taybet saziyên fermî û taybet ên ji bo gerimbûnê sotemeniyê dişewitînin dibe sedema qirêjbûna hewayî û ev yek welatiyan bi guman dike. Qirêbûna hewayî ya zêde dibe di qada tenduristiyê de gefan li welatiyan dixwe." Işik, anî ziman ku sotemeniyên zivistanê tên şewitandin dibe sedema qirêjbûna hewayî. Işik, da zanîn ku divê welatî sotemeniyên bêqelîte bikaraneynin. Işik, bilêv kir ku divê welatî di mijara sotemeniyan de bihestiyar bin.

'Ardûyên erzan hewayê zêdetir qirêj dike'

Işik, destnîşan kir ku dukele ji avahiyan bilind dibe piranî dibe sedema qirêjiya hewayî. Işik, xwest ku welatî komura erzan nekirin û ji ber ku dibe sedema qirêjiya hewayî û wiha got: "Qirêjiya hewayî di serî de tenduristiya mirovan,meteryal, gahi û tenduristiya sewalan bi bandor dike. Dukele ji ber madeyên sotemeniyê yên bi tememî nayên şewitandin pêk tê dibe sedema qirêjiya hewayî û mesafeya dîtinê. Qirêjiya hewayî dibe sedema taxrîpkirina avahîsazî û çandê jî. Ligel vê yekê dibe sedema mirina gihayan." Işik, anî ziman ku qirêjiya hewayî zirarê dide tenduristiya hemû zindiyan û aboriyê û wiha axivî: "Ji bo mirov bi tenduristî û rehet bijîn divê teqez hewa paqij be. Qirêjiya hewayî bi taybet dokuyên pişkê qexrîp dike û dikuje. Di dema bêhndayînê de bi hewayî parçe û dukel bi teneffusê tên daqurtandin û digihijin pişkê. Ev perçeyên li pergala bêhndayînê tên depokirin dibe sedema nexweşiya pençeşêra pişikê. Li aliyê din dukela ji ber komur û sotemeniyên din pêk tê dibe sedema nexweşiyên astim, poz û qirêkê û li gel vê yekê dibe sedema nexweşiyên mede. Dîsa dibe sedema nexweşiyên riyên bêhndayînê."

(bd/mae)