Li Nisêbîn êrîşî kon kirin
MÊRDÎN (DÎHA) - Girseya ku Konê Çareseriya Demokratîk ku ji aliyê Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ve bi boneya çareseriya pirsgirêka kurd hate vedan, ziyaret kir, rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyê gazê hat. Di mudaxaleyê de 5 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdîn bi pêşengiya Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, li ser pêşniyara Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, duh Konê Çareseriya Demokratîk hate vedan. Îro bi sedan kesên ku li taxên Kişla û Zeynelabidînê kom bûn, bi boneya nobeta li konê aştiyê biguherin di kolana 27 Mayisê de ber bi Konê Çareseriye yê li Parka Barişê hatiye vedan ve meşiyan. Girsê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" "Bijî Aştî" berz kirin. Di meşê de polîsan alên PKK'ê wekî hincet nîşan da û bêyî ku hişyariyê bike, bi bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kirin. Polîsan di mudaxaleyê de li gel endamê Meclîsa BDP'ê Mahmut Çelîk 5 kes hatin binçavkirin. Dr. Kamuran Yildirim jî rastî lêdanê hat. Piştî bûyerê esnafan dikanên xwe girtin.
Li navçeyê rageşî didome.
(mae)