Li Nisêbîn û Qoserê çete tên perwerde kirin?!
Îdîaya li Nisêbîn û Qoserê komên çete tên perwerde kirin
Ligel pevçûnên li Suriyeyê berdewam dikin û di demên dawî de çeteyên girêdayî Artêşa Azadiya Sûriyeyê li gel ti pevçûn li herêma kurdan tuneyî dest bi êrîşa herêma kurdan kirin. Çeteyên êrîşê li kurdan kirin ji aliyê Tirkiyeyê ve tên û Tirkiye piştevaniyê dide wan û ev yek her tim di rojevê de ye. Hate îdîakirin ku hêzên OSO'yê li 2'emîn Tabura Sînor ya Nisêbînê û Qereqola Cendirmeyan ya Dirbêsî ya Qoserê yên Mêrdînê ji aliyê leşkerê Tirk ve tên perwerdekirin. Welatiyên li heremê dijîn jî diyar kirin ku, komên bi çek di meha dawî de li Nisêbîn û Qoserê dikevin nav yekîneyên leşkeran û derdikevin.
Pevçûnên di navbera rejîma Beşşar Esed û Artêşa Azadiya Sûriyeyê berdewam dikin û ji bo rejîma Esed têkbiçe û desketiyên kurdan têkbibe Tirkiye piştgiriyê dide komên çet yên Artêşa Azadiya Sûriyeyê. Çeteyên girêdayî AAS’ê di demên dawî de li Serêkaniyê êrîşî kurdan kirin û hêzên YPG'ê jî bersivek tund dan komên çete. Pevçûnên li sînorê Sûriye û Tirkiyeyê zêde dibin. Ligel vê yekê sewqiyata leşkerî ya li ser sînorê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê berdewam dike. Li navçeyên Nisêbîn û Cizîrê li ser sînor gelek tank hatin bicihkirin û berê tankan dan Suriyeyê.
Li gorî nûçeya nûçegihanê DÎHA Erdogan Altan, piştî Tirkiyeyê ji NATO'yê fuzeyên Patriot xwestin li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tevgera leşkeriyê zêdebû. Tevgera leşkerî ya li navçeyê berdewam dike û ketin derketina navçeyê nokteyên lêgerînê hatin danîn û destûrê nadin rojnameger dîmen û wêneyan bikşînin. Deme dirêje li sînorê Tirkiye û Suriyeyê li qada bi mayîn teqîn pêk nedihatin lê piştî di 23'yê mijdarê de bi hezaran welatî piştî Nimêja Înê ya Sîvîl ber bî sînor ve meşiyan û slogana "Gelê Rojava bi tenê nîne" qêriyan 3 demjimêr şunda teqîn pêk hat. Li navçeya Nisêbînê tîmên taybet bi çek di nava sûkê de digerin û ev yekê dibe sedema diltirsiyê.
HÊZÊN AAS LI TABÛRA NISÊBÎNÊ TÊN PERWERDE KIRIN
Piştî pevçûnên di navbera hêzên AAS û rejîma Beşşar Esed de berdewam dikin û çeteyên girêdayî AAS'yê li Serêkaniyê êrîşî kurdan kirin û tê gotin komên çete ji aliyê Tirkiyeyê ve tên. Hate îdîakirin 300 kesên girêdayî AAS'yê ji aliyê leşkerên tirk ve li 2'emîn Tabura Sînor a Nisêbînê hatin perwerdekirin. Hate ragihandin ku 50 kesên girêdayî OSO'yê li Qereqola Cendirmeyan a bajaroka Şenyurtê ya girêdayî Qoserê jî hatin perwerdekirin.
'NÊZÎ MEHEKÊ YE TÊN Û DIÇIN'
Welatiyê bi navê K.A. yê ku li nêzî Tabura Sînor rûdine, diyar kir ku nêzî mehekê ye kesên sivîl û rihê wan hene bi kom dikevin taburê. K.A., tiştên dîtin wiha vegotin: "Li ser sînor hin caran şevê û hin caran jî serê sibê dema ketin taburê tên dîtin. Li ser hinek îşlikên leşkerî şelên wan jî sivîlin. Hincaran jî bi wesayîtên leşkerî dikevin taburê. Pirsaniya wan bi rihin ne. Berê me got cerdevan in lê piştî me bihîst ku li Serêkaniyê bi rihetî dikevin taburê me zanî ku ji wanin. Nêzî mehekê ye bi awayekî komîy tên û diçin. Ez fêmnakim ku Tirkiye dê çi bike."
ANF NEWS AGENCY