1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Nisêbîna xebatên ji bo ziman geş dibin
Li Nisêbîna xebatên ji bo ziman geş dibin,li,nisêbîna,xebatên,ji,bo,ziman,geş,dibin

Li Nisêbîna xebatên ji bo ziman geş dibin

A+ A-

BÎLAL GULDEM

MÊRDÎN (DÎHA) – Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Nisêbînê li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurd xebatên xwe yên ziman lezxistin. KURDÎ-DER ji bo welatî beşdarî xebatên ziman bibin komxebata xwendinê da destpêkirin û bi beşdariya gelek nivîskar û xwendekaran ev yek pêk tê. Hevseroka Şaxa KURDÎ-DER’ê Mukades Akin diyar kir ku xebatên wan ên ziman bi berxwedana gel re pêş ketin û ew jinê dê ji bo pêşxistina ziman xebatên xwe mezintir bikin.

Li Kurdîstanê bi îlankirina rêveberiyên cewherî re li gelek navçe û bajarên Kurdîstanê jî KURDÎ-DER lez da xebatên xwe û xebatên ziman pêş dixin. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku wek bajarekî kurdewar tê nasîn, xebatên zimanê kurdî jî lê geş bûne û bi rêveberiyên cewher re xebatên xwe ziman zêdebûn. Her çiqas li Nisêbînê ji sedî 95 bi kurdî bê axaftin jî lê gel ji bo pêşxistina rêziman, nivîsandin û xwendina kurdî diherike Şaxa KURDÎ- DER’ê û ji bo dersan bibîne serlêdanan dikin û beşdarî dersan dibe.

Xebatên xwe berfireh kirin

KURDÎ-DER’ê li navçeyê ji bo 7 saliyan heta 70 saliyan cûr bi cûr dersan dide û çar astan jî dersa kurdî ya rêzimanî tê dayîn. Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Nisêbînê ji bilî dersên rêziman, dersên wek wêjeya kurdî û cîhanê, dîrok, wênekêşî jî tê dayîn û her wiha mijara herî balkêş jî ew e ku komxebata xwendinê hatiye avakirin û bi beşdariya gelek nivîskar û xwendekaran tê li darixistin. Ji her beşên civakê welatî tên KURDÎ-DER’ê ders dibînin û li zimanê xwe xwedî derdikevin. Beşdariya herî zêde jî jin in û tevlîbûna jinan a dersan ji sedî 60 e. Gelek xwendekar ders dibînin û gelek welatî jî hêj tên ji bo dersan serlêdan dikin.

‘Xebatên me bi berxwedanê re bi pêş dikevin’

Xwendekar û mamosteyên KURDÎ-DER’ê derbarê xebatên xwe de axivîn. Hevserokê Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Nisêbînê Mukades Akin diyar kir ku ew di rewşek awarte de dijîn û her çiqas şer bandora xwe li ser karê perwerdehiya kurdî bike jî lê ew destûr nadin û bi berxwedana gel re hin bêtir lez dane xebatên xwe. Akin da zanîn ku bi gel re xebatên ziman û hişmendiya kurdî didin meşandin û ew wek jin jî xebata pêşxistina ziman li ser milê xwe karekî sereke dibînin. Akin anî ziman ku xebatên wan pir rengîn hene û beşdariya gelê Nisêbînê ya dersan wan kêfxweş dike.

‘Xebatên me li gorî pîvanên xweseriyê dimeşin’

Hevserokê din yê Şaxa KURDÎ-DER’ê Hîkmet Acat jî destnîşan kir ku xebata wan ji salên bori baştir in û ji bo dersên wan serlêdan her ku diçe berdewam dikin û beşdariya dersan jî herî bêtir ciwan pêk tînin. Acat diyar kir ku ew di çarçoveya îlankirina rêveberiyên cewheri de xebatên ziman, wêje û dîrokê didin meşandin û li ser daxwazên gel û saziyan plansaziyên xwe çêdikin. Acat bilêv kir ku dewletek ku dixwaze hebûna gelan û civakan ji holê rake bi polîtîkaya pişaftinê êrîş dike û pêwîste li hember hemû polîtîkayên pişavtin û tunekirinê zarok û ciwan bên li zimanê xwe xwedî derbikevin.

‘Em ê fêrî nifşên li pey xwe bikin’

Xwendekara bi navê Leyla Alper jî anî ziman ku ji bo ew rê û rêbazê ziman, dîrok û wêjeya xwe fêr bibe hatiye li KURDÎ-DER’ê dersan dibîne û wiha got: “Armancek min din jî ew e ku zarokên li pey me bên em dîrok û zimanê xwe hînî wan bikin. Ez wek jinek kurd dema bi dîrok û zimanê xwe nizanibim, kêmasiya herî mezin e. Ji bo kêmasiyan ji holê rakim ez têm li vir dersê dibînim. Piştî ez hatim saziyê şûn ve ez bêtir ferî zimanê xwe bûm.”

‘Ji kurdî qut bûn ji dayikê qut bûn e’

Xwendekarê bi navê Mahsum Guneş jî destnîşan kir ku kesê ji zimanê kurdî qut bibe tê wateya ku ji dayika xwe qut dibe û got ku piştî ew hatiye KURDÎ-DER’ê tevlî dersan bûye di aliyê ziman de gelek bi pêş ketiye. Guneş bang li hemû hevalê xwe û ciwanan kir ku bên tevlî dersan bibin.

(ea/bd)