1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Nisêbînê ciwan dîsa li qadan bûn
Li Nisêbînê ciwan dîsa li qadan bûn,li,nisêbînê,ciwan,dîsa,li,qadan,bûn

Li Nisêbînê ciwan dîsa li qadan bûn

A+ A-

MÊRDÎN/COLEMÊRG (DÎHA) – Li navçeya Nisêbînê ciwan weke her şevê derketin qadan û çalakî li darxistin. Ciwanan bi çalakiyan tecrîda li ser Ocalan, operasyonên leşkerî û siyasî şermezar kirin û daxwaza azadiya Ocalan kirin. Polîsên hatin cihên çalakiyan bi çavsorî êrîş li çalakiyên ciwanan kir. Li Colemêrgê sedan ciwan li gelek taxa derketin qadan û bombebaran û binçavkirina şermezar kirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bo şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî, êrîşên hewayî yên artêşa tirk û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan şermezar bikin û azadiya wî daxwaz bikin ciwan derketin qadan û çalakî li dar xistin. Ciwanan li ser Pira Şehîdan û Pira Ahmet Kaya çalakî li darxistin. Ciwan li kûçeya Kanarya ya ku Seyîtxan Dede yê ku ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin li hev kom bûn û çûn cihê bûyerê.Ciwanan li ser Pira Şehîdan û Pira Ahmet Kaya barîkat danîn, agir pêxistin û rê li trafîkê girtin.

Ciwanan dirûşemeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Şehîd namirin” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” berz kirin û demek dirêj çalakiyên xwe domandin. Piştî demek dirêj şûn ve polîs bi wesayîtên zirxî hatin cihên çalakiyan û bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî çalakiya ciwanan kir. Polîsan bi awayekî bê ser û ber êrîş birin ser ciwanan û bi sedan bombeyên gazê li ser kûçeyên taxan rêşandin. Ciwanan jî bo parastina xwe û taxan bi fişekên hewayî û molotofan bersiv dan polîsan. Li gelek kûçeyan pevçûn belav bûn, ji ber ku li kûçeyan xendek hatine kolandin û dîwar hatine avakirin polîsan nikaribûn bikevin kûçeyan û ancax tenê li ser kolanan rawestiyan.

Pevçûnên di navbera polîs û ciwanan de heta derengiya şevê berdewam kir.

COLEMÊRG

Li taxên Berçelan, Yenimahalle, Kiran, Tekser, Bulak û Gaziyê yên Colemêrgê bi sedan ciwan ji bo şermezarkirina bombebaranan û binçavkirinan daketin qadan û çalakî li dar xistin. Ciwanan hemû rê bi barîkatan girtin û dirûşmên “Bijî serok Apo” berzkirin. Di demeke kin de polîs û tîmên taybet bi dehan maşînên zirxî tax dorpêç kirin û bi bomeyên gazê, ava bi şid û guleyên plastîk êrîşî ciwanan kir. Ciwanan jî di çarçoveya parastina cewherî de bi molotof, fîşekên hawayî û keviran bersiv da polîsan.

Zarokê 8 mehî rakirin nexweşxaneyê

Taxa Berçelan ku bûyer lê zêde bûn, ciwanan bi molotofan êrîşê TOMA’ya li ber adliyeyê kirin û TOMA têk çû. Li ser vê polîsan li taxê bi sedan bombeyên gaz bi kar anîn û ji ber gaza zêde zarokek 8 mehî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Her wiha bombeyên gazê li wesayîta welatiyê bi navê Îsa Kavak ket û di wesayîtê de agir derket.

Her wiha li taxa Bulakê jî ciwanan 3 bombeyên deng avêtin lojmanên polîsan. Polîsan di çalakiya ciwanan de guleyên rastîn bi kar anîn û polîsan ji ber molotofan demên dijwar jiyan.

Li gelek deveran agir derket û hin welatî jehrî ketin

Li taxa Gaziyê jî pevçûnek dijwar di navbera ciwanan û polîsan de derket. Ciwanan wesayîtek ku tê îdiakirin ayidê çawişek pispor e dan ber agir û barîkatan danîn. Ji ber gaza polîsan gelek camên malên welatiyan şikestin û gelek welatî jî xeriqîn. Di taxa Kiranê de jî demeke dirêj pêvçûn berdewam kirin. Welatiyên taxê jî li tasikan dan û piştgirî da çalakiya ciwanan. Ji ber bombên gazê ya polîsan di hin baxçeyan de agir derket. Ji ber gaza zêde komên îtfaiyeyê nekarin mudaxaleyê agir bikin û welatiyan bi derfetên xwe agir vemirandin. Hat zanîn ku 8 karkerên li şantiyeyek de dixebitîn ji ber gazê jehrî bûne û rakirine nexweşxaneyê.

Bûyerên taxan ku di heman demê de hatin destpêkirin heya 3’ê şevê berdewam kir.

(gka-bg/bd)