1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Nisêbînê kemîn, li Oremarê jî topbaran
Li Nisêbînê kemîn, li Oremarê jî topbaran,li,nisêbînê,kemîn,li,oremarê,jî,topbaran

Li Nisêbînê kemîn, li Oremarê jî topbaran

A+ A-

Artêşa Tirk herêma Oremar ya girêdayî Geverê da ber topan, her wiha li herêma Nisêbîn ya Mêrdînê jî kemînan di avêje.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku, di 8’ê Nîsanê de di navbera demjimêr 12.30 û 13.00’an de ‘Girê Şehîd Rehîme’ yê herêma Oremar ya ser bi navçeya Gever ya Colemêrgê ve daye ber topan.

HPG’ê da diyarkirin ku, artêşa Tirk li herêma navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê faliyetên kemîn danînê dike. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “artêşa Tirk ya dagirker di navbera gundên Xiraba Alê, Badibe û Sirecikê bi wesayîtên zirxî dewriyeyê digerin û kemînan di danin. Ev faliyet gel diltirs dikin.”