Li Nisêbînê li dijî êrîşan xendek hatin kolandin
MÊRDÎN (DÎHA) – Gelê Nisêbînê li dijî êrîşên hewayî yên artêşa tirk û operasyonên qirkirina siyasî derket qadan û çalakî li dar xistin. Gel li hember êrîşên polîsan ji bo parastina xwe xendekan dikole.
Li navçeya Nisêbînê gel li dijî êrîşên balefirên artêşa tirk ên li ser Heremên Parastina Medya û operasyonên qirkirina siyasî şermezar bike daketin qadan û li hember êrîşên polîsan ji bo parastina xwe dest bi kolandina xendekan kirin. Li gelek kûçeyên taxa Abdulkadîr Paşa, Firat û li bulvara Şîrîn bi sedan welatî derketin qadan çalakî li dar xistin, xendek kolandin û bi keviran dîwar avakirin. Welatiyan sloganên “Bijî Serok Apo”, “Ey şehît xwîna te li erdê namîne”, “Bê Serok jiyan nabe” û “PKK gel e gel li vire” berz kirin.
Piştî demek şûn de polîs bi wesayîtên zirxî hatin cihê çalakiyan û bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kir. Gel jî bi keviran, molotofan û fişekên hewayî parastina xwe kirin û polîs ne çar man ku ji cihê çalakiyê vekişin û li Qada Newrozê rawestiyan.
Di navbera polîs û ciwanan de pevçûn heta derengiya şevê dom kir.
(bg/bd)