Li Nisêbînê mobese şewitandin
A+
A-
NISÊBÎN - Li navçeya Mêrdîn a Nisêbînê komên ciwanan ku bi polîsan re pevçinîn dîregên kamerayên mobese şewitandin. Polîsan bi bombeyên gaze û ava şid xwepêşandêr belav kirin.
Xwepêşandêran xwestin kamerayên mobese yên bi dîregên li Kolana Seher a Taxa Kişlayê bişewitînin.
Ciwanan li bin dîregên kamerayên mobese agir pêxist û dan ber keviran, li ser vê yekê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxeleyî komê kirin.
Bêjeyên Miftehî li,nisêbînê,mobese,şewitandin