Li Nisêbînê welatiyê bi navê Şerîf Alpar hate qetilkirin
MÊRDÎN (DÎHA) - Di roja 9'emîn a qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de, welatiyê bi navê Şerîf Alpar ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hate qetilkirin. Cenazeyê Alpar ji ber êrîşên polîsan li baxçeyê malekê de tê rawestandin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketina derve kete roja 9'emîn û şevê din jî welatiyê bi navê Şerîf Alpar (55) ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hate qetilkirin. Dema ku şevê din Alpar xwest ji Taxa Albulkadîrpaşa biçe Taxa Firatê cem xizmên xwe, bi bombeyên ku tîmên taybet avêtin hate qetilkirin. Dema ku Alpar di Kolana Kordon re derbas dibû, ji wesayîta zirxî ya li ser Kolana Çagçag rawestiyayî bombe hat avêtin û bombe li serê Alpar ket. Alpar li cihê buyerê ket erdê û li wir jiyana xwe ji dest da.
Piştî ku Alpar jiyana xwe ji dest da welatiyan cenazeyê Alpar rakirin û birin baxçeyê malekê li derdorê. Cenazeyê Alpar, ji ber êrîşên dijwar ên polîsan li baxçeyê heman malê tê rawestandin.
Li Nêsibînê qedexeya derketina kolanê di roja 9'an de ye û heya niha 8 welatî hatin qetilkirin, gelek jî welatî hatin birîndarkirin.
(bg-na/no/sy)