1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Nisêbînê xebatên nûkirinê tê destpêkirin
Li Nisêbînê xebatên nûkirinê tê destpêkirin,li,nisêbînê,xebatên,nûkirinê,tê,destpêkirin

Li Nisêbînê xebatên nûkirinê tê destpêkirin

A+ A-

MÊRDÎN (DÎHA) - Heyeta Yekîtiya Şaredariyên Başurê Rojhilat (GABB), Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Mêrdîn û Şaredariya Nisêbînê ji bo ku şopa êrîşa polîsan jê bibin dest bi tespîtkirina zirarê kirin. Xebat bi 17 koman û 35 kesan pêk tê û piştî tespîtkirina ziraran dê dest bi xebatên înşakirinê bikin.

Gelê Nisêbînê li hemberî êrîşên polîsan yê di dîroka Tirkiyeyê de herî dem dirêj de berxwedanekî mezin dabûn. Polîsên AKP'ê berxwedana gel tehmûl nekiribûn û bi wesayitên zirxî bi ser malên gel ve êrîş biribun. Ji êrîşên polîsan, qabloyên ceyranên û boriyên avê jî nesîbê xwe girtibun. Hin mal jî ji qastî ve ji aliyê polîsan ve hatibun hilweşandin. Heyeta Yekîtiya Şaredariyên Başurê Rojhilat (GABB), Şaredariyên Bajarê Mezin ya Amed, Mêrdîn û şaredariya NiSêbînê ji bo ku taxên ku êrîş li ser wan pêk hatine ji nû ve avabikin dest bi xwebatan kirin. Di vê çarçoveyê de xebatên ewil yên wekî tespîtkirina ziraran destpêkir.

'35 kes bi 17 koman dixebitin'

Serokê Komisyona tespîtkirina ziraran Nîmet Taş diyar kir ku piştî rakirina qedexeya derketina derve dest bi xebatên xwe kirine û wiha axivî: "Şaredariyên girêdayî Yekîtiya me serî li me da û piştî hin hevdîtinan vê yekê destpêkir. Me ji Şaredariyên Bajarê Mezîn ya Amed, Mêrdîn û şaredariya Nisêbînê hevalên xwe kom kir. Em niha bi 17 koman 35 kes dixebitin. Piştî tespîtkirinê dê li hemî qadan rapor bên nivîsandin û piştre jî xebatên nûkirinê destpêbike."

Ji sibê û pê de dê dest bi nûkirinê bikin

Taş anî ziman ku ew ê ewil malên ku nûkirina wan lezgîniê dixwaze dê nû bikin û wiha pê de çû: "Ji sibehê û pê de em ê dest bi nûkirinê bikin. Hemû nûkirin dê bi wêneyan bên belgekirin. Çawa pêwîst bike em ê bi vî rengî pêvajoya hiquqî jî bidin destpêkirin. Em ê kampanyayan bidin destpêkirin û dengê gel bibîhizin." Taş bîlançoya ku li Cizîr û Farqînê derketibu holê bi bîrxist û wiha axivî: "Li Cizîr û Farqînê jî wekî Nisêbînê zirar hatibu çêkirin. Hem binesazî û him jî avahî li van deran wekî Nisêbînê zirar dîtibu. Em ê wir jî wekî Nisêbînê ji nûve avabikin. Tenê ne ji nûve avakirin ne bes e. Divê ji aliyê tenduristiyê jî gav bên avêtin. Ev yek jî dê ji aliyê me bê kirin. Ji bo ku bajarek ji nûve bê tamîrkirin dem pêwÎst e."

Ji Amedê 13 kes hatin Nisêbînê

Endamê koma tespîtkirina ziraran ya GABB'ê Ferhat Dengîz jî anî ziman ku ew 13 kes ji Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê hatine û wiha got: "Em bi hevalên ji Şaredariya Nisêbînê re derketin kolanan û tespîtkirina ziararn dikin. Em daxwazên gel nû digirin cem xwe û dê di demêkî nêz de jî em ê avakirinê bidin destpêkirin."

Ji aliyekî din ve Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê û Şaredariya Nisêbînê ji bo gelê ku 14 rojan di bin dorpêçê de man, nan û zad belav bike.

(kom/sa)