Li Norşînê provakasyona AKPê
26 Gulan 2014 BEDLÎS (DÎHA) - Rêxistina BDP'ê ya Norşînê bertek nîşanî provokasyona AKP'ê ya berî hilbijartina 1'ê hezîranê bê dûbarekirin da.
Rêxistina BDP'ê ya Norşînê têkildarî provokasyonên AKP'ê yên dixwaze berî hilbijartina 1'ê hezîranê li navçeyê pêk bîne li Parqa Norşînê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerê HDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bedlîsê Can Demîr, endamên MYK'ê û Meclîsa BDP'ê, endamên DIYA-DER ên Amed, Mêrdîn, Êlih û Sêrtê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Norşînê Hakan Tadik, diyar kir ku li navenda bajar 3 rojain dorpêça polîsan heye û li çoltarên navçeyê jî operasyonên leşkerî hene û dixwazin bi vê yekê zextên psîkolojîk pêk bînin. Tadik, anî ziman ku wekîlê AKP'ê yê Bedlîsê Vahît Kîler li navçeyê got; "Hemû serweta min jî biçe em dê vê hilbijatinê qezenc bikin" û gelê navçeyê gelek bi rûmet e û dengê xwe navfiroşin Kîler.
Tadik, da zanîn ku AKP'î li taxan bi artêşa polîsan re xebatan dikin û wiha got: "Heke îdîaya Tirkiye welatekî demokratîk e wê demê divê ji hemû partiyan re weke hev nêzîk bibin. Gelê Norşînê xebatên AKP'ê yên bi polîsan re dike qebûl nekirin û qebûl nakin jî." Tadik, bilêv kir ku duh êvar AKP'iyan bi tevlîbûna polîsan li taxa Şîrîntepe xebat meşandin û ji ber ku welatiyan bertek nîşandan û bûyer hate bîhîstin Parlementerê HDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu çû tax û rastî êrîşa AKP'iyan hat û wiha got: "Tu pirsgirêka me bi gel re tuneye û nabe jî. Ji ber ku hemû kes dizane em ji bo azadiya vî gel têkoşînê dikin. BDP mala hemû kesî ye."
Tadik, destnîşan kir ku Vahît Kîler li pey li navçeyê provokasyanan derbixe û rageşiyê pêk bîne û ew dê li hemberî wan rawestin. Tadik ji Kîler re got, "Aqilê xwe bîne serê xwe" û berpirsiyarên li navçeyê çêbibin Vahît Kîler ê AKP'i ye. Tadik, anî ziman ku 10 rojin ji bilî seata mesaiyê bi riya Weqfa Alîkariya Civakî li ser navê AKP'ê alîkarî tên belavkirin. Tadik, bang li Qeymeqamê Navçeyê kir heye hilbijartin bi dawî dibin tu alîkariyan neke. Tadik bertek polîsên bi AKP'iyan re diçin taxan da. Tadik, da zanîn ku êdî ew destûrê nadin polîs di daxuyaniyên BDP'ê de dîmenan bikşînin.
Parlementerê HDP'ê Zenderlîoglu jî diyar kir ku gel nayê provokasyonên AKP'ê.
(bd)