Li Oremarê polîtîkaya dewletê naguhere!
SAMÎ YILMAZ
COLEMÊRG (DÎHA) - Dewlet li Oremara Gever a Colemêrgê pêkanînên xwe yên "Herêma tampon", pêkanînên leşkerî berdewam dike. Ligel pêvajoyê jî sedî 80'ê hêj jî vala ye, hemwelatî havînê vedigerin gund û zivistanê jî careke din vedigerin navçeyê.
Herêma Oremar a 55 kîlometre ji navçeya Gevera Colemêrgê dûr e, di çapemeniyê de zêdetir bi pêvçûn û binpêkirina mafan tê rojevê. Oremar a ku di sînorê başûrê Kurdistanê de gundeke dîrokî ye, bi serhildana xwe ya di 21-22'yê tîrmeha 1930'an de di hişê mirovan de cih girtiye. Li hemberî nasnameya berxwêdêrî û şervantiya gund dewlet jî her serdemî girîngiyek cuda dide Oremarê. Dewlet, heta niha bi polîtîkayên pasîvizekirina gund a bi pişavtin û 'ewlehiya' leşkerî didomîne. Oremar a ku hem ji bo leşkeran û hem jî ji bo PKK'ê ciheke stratejîk e, bi çiyayên Cîlo ya hezar û 400 bilindahiye, çiyayên Saltê û Çiyayê Oremarê ve dorpêçkiriye. Oremar a ji 8 taxan pêk tê, ji van 7 taxan û mezrayên Akarê, Avitxir, Zîrê, Talanî, Binxan, Matê, Zerenê, Elsan, Mêdî, Nêrkê di salên 90'an de rastî polîtîqayên bê mirovkirinê ya dewletê hatiye û ev yek di sala 2005'an de temam bûye.
Dîroka qedîm û xwezaya bêhempa di bin dorpêçkirina leşkeran de ye
Bi pêvajoya ku ji hêla Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin re 20 malbat vegeriyan Oremarê, mezra jî kirine herêma "ewlehiyê". Oremar ku berê ji 200 xanî û hezar û 200 nifusî pêk dihat niha jî ketiye 300 nifusî. Li herêma ku li ser 400 donim erdî Fermandariya Alayê hatiye çêkirin, 15 donim jî "herêma ewlehiyê" hatiye çêkirin. Gund û fermandariya leşkeran di nav hev de ne kesên diçin gund ji hêla leşkeran ve tên şopandin. Li ser girên Kêrya Tepê, Gepera Jêrê û Sehlat ên li qontara sê çiyayên 2 hezar û 500 metre bilindahiyê de ne bi avakirina qeleqolan gund hatiye dorpêçkirin, roj û şev tê temaşekirin. Ava Avaşîn a di Oremarê de derbas dibe bi çêkirina 'riya ewlehiyê' hate teng kirin, hatiye kûrkirin ku bûye wekî bendavê. Di pêvajoyên pêvçûnê de, leşkeran bi hezaran donim daristin wêrankirin ji nû ve şîn dibe, li cihê mezreya Akar dêra Marî Mamo jî pêhesana xwe ya dîrokî windakiriye. Bi salane xebata ji bo deriyê sînor di navbera Oremar û Herêma Federal a Kurdistanê de were vekirin tê kirin hêj negihaye armancê. Ligel pêvajoya diyalogê hikûmeta AKP'ê tim derdorê Oremarê digire, ji bo ku mirov bi kare bikeve nava Oremarê jî pêwîste bi destûr bigire.
Dibistana serateyî di nava fermandariya leşkerî de ye!
Yek ji prefabrîk, yek ji ya hatiye wêran kirin du dibistanên seretayî yên li gund, ji bo 70 xwendekaran perwerdehî û hinkeriyê dike Dibistana Seretayî ya Daglica jî di nava fermandariya leşkerî de ye. Xwendekar her roj necar dimînin ku di nava leşkeran de perwerdehiya xwe bibînin. Derdorê dibistanê jî ji kuleyên leşkerî, torbeyên xizê yên ji bo çeperan hatine çêkirin hatiye dorpêçkirin, xwendekar di nava leşkeran de diçin dibistanê. Dîsa li cihê herêma leşkerî nêzî 20 mal di nava cihê leşkerî de ketine nava hev. Bi taybet di dema pevçûnan de xwendekar û gundî weke "mertalê zindî" tên bikaranîn. Ligel pêvajoyê hate zanîn ku leşker dixwazin bi welatiyan re bikevin nava têkiliyê û leşker dixwazin welatiyan fêrî jiyana bi leşkeran re bike.
Aboriya Oremarê
Gundê Oremarê di dîroka xwe de bi cotkarî û xwedîkirina lawaran debara xwe dikin, bi sedema "herêmên qedexe" cotkarî û xwedîkirina lawaran ji sedî 60 kêm bûye. Li gund di demsala havînê de li cihê gundê xwe bi çandina fêqî yên weke hejîr, sêv, karçîn, hinar û tirî dibirin navçeyê difirotin û debara xwe ya demsala zivîstanê dikirin. Ji 20 malên ku di demsala zivistanê li gund dimînin jî lawirên xwe xwedî dikin û jiyana xwe berdewam dike. Bi salane yek ji polîtîkayên dewleta tirk weke sîsteme "cerdevanî" dibe sedema ku gundî pê debara xwe bike û di heman demê de jî afirandin ber bi tunebûnê ve jî diçe.
'Em dixwazin zozan û çiyayên me azad bibin'
Welatiyê gund Kadir Şedal diyar kir ku bi pêvajoya diyalogê re bi giştî ew rihet bûne û wiha got: "Ji ber ya du salan me destûr ji leşkeran dixwest heya em bikevin herêma xwe, lê belê em niha bi rihet bûne. Tenê em bi karê mêşvaniyê debara dikin. Di demsala havînê de mêşên me di nava gund dimîne, di demsala zivistanê de jî li cihên roj wan bide em bi cih dikin. Em dernakevin ji derveyî gund. Pêwîste mêşên me li herêmên neqedexe were bicihkirin. Bi pêvajoya diyalogê re em rihet bûne, em dixwazin pêvajoya diyalogê dewam bike. Em dixwazin zozanên me û çiyayên me azad bimînin."
(ea/oî/wk)