Li Osloyê Sefareta Rojavayê Kurdistanê tê vekirin
Li Paytexta Norweç Osloyê yekemîn Sefareta Rojavayê Kurdistanê ya demî
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava, gavek din ya dîrokî davêje.
Piştî nûnertiyên li Silêmanî, Moskova, Berlîn, Parîs, Stockholm û Den Haagê vê car li Paytexta Norweç Oslo Sefareta Rojava ya demî vedibe.
Sefareta Rojava di bin banê şaredariya Osloyê vedibe.
Çalakiyên vekirina sefarete li salona Şaredariya bajarê Osloyê ya ku di heman demê de merasîmên dayîna xelata nobelê tê lê darxistin destpêkir û di van kêliyan de didome.
Çalakiyên ku di bin navê Sefareta Cîhana Nû de tên lidarxistin, saet 13.00’an de bi axaftina şaredarê Oslo Marianne Borgen dest pê kir.
Çalakiyên vekirina sefareta Rojava wê bi panelan wê 2 rojan berdewam bikin.
Hevserokên PYD’ê Asya Abdullah û Salîh Muslim, Nûnera Rêveberiya xweser a derveyî welat Sînem Muhamed, Endamê desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, Nunerê Asuriyan Besam Îshak û nûnerekî gelê Ereb wê weke axaftvan beşdarî panelan bibin.
Di heman demê de wê gelek nûnerên gelên bê dewlet û pispor jî di panelan de biaxivin.
Di panelan de wê mijarên weke, dîroka şoreşa Rojava, Konfederalizma Demokratîk, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, li Rojava şoreşa çekdarî, çandî û jîne, di şoreşa Rojava de rola hevgirtina navnetewî, dîplomasiya bê dewlet ango dîplomasiya gelan û dersên ji pêkanina modela Rojava bên guftugohkirin.
(kc)
ANHA