1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Parîs û Luganoyê çalakiyên piştgiriya greva birçîbûnê
Li Parîs û Luganoyê çalakiyên piştgiriya greva birçîbûnê,li,parîs,û,luganoyê,çalakiyên,piştgiriya,greva,birçîbûnê

Li Parîs û Luganoyê çalakiyên piştgiriya greva birçîbûnê

Li bajarê Swîsre Lugano û paytexta Franse Parîsê ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên di girtîehên Tirk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê de çalakî pêk hatin.

A+ A-

Li bajarê Luganoyê Swsîreyê greva birçîbûnê ya ku roja çarşemê, bi boneya piştgiriya ji bo çalkaiya greva birçîbûnê ya girtiyan hate destpêkirin berdewam dike. Partiya Kedê /PDA ya Swîsreyê û çepgirên Tirkiyeyî jî piştgirî didin çalakiya Kurdan. Rojnameyên Corriere del Ticino û del Popolo cihek berfireh da grevên birçîbûnê û daxwazên girtiyan. Hate diyarkirin ku hejmara 8 kesên beşdarî greva birçîbûnê bûne dê zêde bibin. Ev çalakî dê roja înê bi meşekê bi dawî bibe.

Her wiha, li paytexta Franse Parîsê jî hevparên Platforma Rêxistinên Girseya Demokratîk li herêma Strasourg Saint Denis bi boneya piştigriya ji bo grevên birçîbûnê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di çalakiyê de pankartên “Bila girtiyên siyasî serbest bên berdan hatin hiltgirin”. Di daxuyaniyê bang hate kirin ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Di çalakiyê de ku heta saet 18.00 berdewam kir, belavokên belavok hatin xwendin. Çalakî bi dirûşiman bi dawî bû.

ANF NEWS AGENCY