Li Parîsê komelebûna Kurdan a 30 salan
Di destpêka salên 1980’yî de cara yekemîn komeleyên Kurd li Fransayê hatin damezrandin. Li vî welatî nêzî 200-300 hezar Kurd dijîn û 16 komeleyên Kurd ên ku xwediyê bi hezaran endam in, hene. Li Fransayê yekemîn Akademiya Çand û Hunerê hat vekirin. Kurdan li Fransayê jî dest bi kampanyaya “Nasnameyê” kirin û Kurdên li Fransayê dijîn jî xwe ji bo doza PKK’ê ya 20’ê Pûşperê amade dikin.
Yekemîn komeleya Kurd a li Franseyê li 10’emîn herêma Parîsê ya ku jêre tê gotin ‘Kurdistana Biçûk’ an jî ‘Tirkiyeya Biçûk’ di sala 1982 de hat avakirin. Piştî derbeya faşîst a 12’ê Îlonê gelek Kurd neçar man koçberî Fransayê bibin, gelek ji wan jî neçar man dest de ji malbatên xwe berdin. Komelebûna Kurdan a li Fransayê di sala 1982 de li 10’emîn herêma Parîsê dest pê kir. Piştî mezinbûna dîasporaya Kurdan, sazî û komeleyên Kurd jî zêde bûn.
DI SALA 1993 DE FEDERASYON HAT DAMEZRANDIN
Di encama vê de di sala 1993 de Federasyona Komeleyên Kurdan ên li Fransayê (FEYKA) hat damezrandin. Komele û federasyon her sal kongreya xwe li dar dixin û hedefên nû didin pêşiya xwe. Piştî salên 2000’î xizmeta van komele û federasyonan a ji bo welatî, perwerde û malbatan zêdetir bû.
Di sala 2000’ê de li herêma 10. a Parîsê Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Kaya (NÇHAK) hat avakirin. Komeleyên xebatên xwe yên çandî berfirehtir kir. Ev komeleyên Kurdan di livandina girseyê de xwedî rolek girîng in. Di salên 2000 de ji ber ku pêwîstiyên Kurdan zêdetir bûn, serî li rêbazên din ji bo pirsgirêkên Kurdan dan.
LI GELEMPERIYA WELÊT 16 KOMELE
Niha li gelemperiya Fransayê 16 komeliyên girêdayî FEYKA hene. Tenê li herêma Parîsê 4 komele hene. Serokê FEYKA Mehmet Ulker diyar kir ku heta niha 3 hezar endam hene, lê potansiyela wê dikare bi dehhezaran bixe nava liv û tevgerê.
Zêdebûna komeleyên Kurdan ên li Fransayê zêdebûna şêniya Kurdan a li welêt destnîşan dike. Kurdan li welêt meclîsên gel, jin û ciwanan avakirin û rêxistina xwe xurt kirin.
YEKEM AKADEMIYA ÇAND Û HUNERÊ YA KURDAN
Li herêma 10’emîn herêma Parîsê ya ku yekem komeleya Kurdan lê hat avakirin, jimara malbatên Kurd kêm bû. Malbatên Kurd êdî li berbajaran (banliyo) bi cî dibin. Pitşî vê yekê komeleyên Kurd ên li vê derê li gor Kurdan fonksiyonên xwe li ber çavan re derbas kirin.
NÇHAK cihê xwe ji yekemîn Akademiya Çand û Hunerê re hişt. Ev komele xebatê xwe yên çandî bimeşîne. Hertim kafeterya û pitûkxaneyên komeleyê vekirî ne. Li ser dîwarên komeleyê jî wêneyên rewşembîrên dîrokî yên Kurd wek Ehmedê Xanî û Cigerxweîn hene. Di salona komeleyê de jî tiştên Ahmet Kaya yên li Parîsê hene. Û dîsa wêneyên kesên di tekoşîna azadiya Kurdan de jiyana xwe ji dest dane bala mirov dikişîne.
Serokê FEYKA’yê Ulker diyar kir ku wê di komeleyên de kursên folklor, gitar, saz, kursên ziman, sîmena û şano bêne dayîn. Wê li gel vê yekê panelên siyasî û dîrokî bêne lidarxistin. Ulker ragihand ku bernameya wan a ji bo dengbêjan jî heye. Ulker got, “Wê perwerdeya sîmenayê were dayîn. Xebatên wê dest pê kirin. Akademîsyenek ji Başûrê Rojavayê Kurdistanê dersa şanoyê dide.”
KURD STATÛ DIXWAZIN
Îro jî nêzî 200-250 hezar Kurd li Fransayê dijî. Êdî wan jî bo daxwaza “nasname” û “statû” dest bi kampanyayan kirin. Ev xebat di 24’ê Nîsanê de bi kongreya FEYKA’yê re dest pê kir. 11 kes ji bo rêveberiya federasyonê hat hilbijartin û Mehmet Ulker jî bû serok.
Di çalakiyên dij-kolonyal ê FEYKA de yên di 17-27’ê Reşemiyê de cihek girîng ji bo NÇHAK hat dayîn. Partiyên çepgir ên Fransayê, sazî û rêxistinên sivîl, Tamîlî jî di nav de komên gelên cûda cûda û muxalifên Misirî û Tûnisî li vê komeleyên hatin cem hev. Di roja 26’ê Reşemiyê de çalakiyek hevpar hat lidarxistin. Piştî wê civînek a parêzeran hat lidarxistin û têde pirsgirêkên Kurdan ên hiqûqî hatin gotûbêjkirin.
JI BO ZIMANÊ KURDÎ PÊKANÎNA HERÊMA PÎLOT
FEYKA û hemû komeleyên Kurdan dest bi berfirehkirina daxwaza naskirina nasmaneya Kurdan û perwerdeya Kurdî kirin. Ulker diyar kir ku di çarçoveya biryara Konfederasyona Komeleyên Kurdan ên li Ewropeyê (KON-KURD) a ku FEYKA girêdayî wê ye, dayî de, wek li Elmanyayê, Kurdên li Fransayê jî “Nasnameya xwe dixwazin” û destnîşan kir ku ew ê ji bo perwerdeya bi Kurdî qadek pîlot esas bigirin. Ulker ragihand ku ji di şaredariyê de perwerde were dayîn, wana berbajêra Villiers le Bel a Parîsê hilbijartiye.
Ulker bal kişanda ku ew ê di nava 6 mehan de jimara endaman ji sedî 20 zêde bikin û diyar kir ku ji bo pozîsyona Kurdan a siyasî ya ji beriya hilbijartina serokomariyê ya sala 2012, wana dest bi hevdîtinên bi derdorên siyasî re kirine. Ulker bi taybet bang li ciwanan kir ku di partiyên siyasî yên Fransa de cih bigirin.
DI 20’Ê PÛŞPERÊ DE DOZA PKK’Ê
Dîrokek din a ku Kurdên li Fransayê eleqeder dike 20’ê Pûşperê ye. Piştî jêpirsîna 4 salan doza PKK’ê di 20’ê Pûşperê de dest pê dike. Wê doz di hefteyê de sê rojan hebe û wê 9 rojan didome. Polîsên Frasnsî di 5 û 6’ê Reşemiyê de bi ser NÇHAK û Navenda Enformasyona Kurdistanê û gelek malên Kurdan de girtibûn. Siyasetmedarên Kurd Riza Altûn û Nedîm Seven jî di nav de bi giştî 14 kes hatibûn binçavkirin û piştre serbest hatibûn berdan. Ulker ji bo bang li Kurd û dostên Kurdan kir ku bala xwe bidin ser vê dozê.
ANF NEWS AGENCY