Li Parîsê konferansa Rojava
Li Parîsê konferansa Rojavayê Kurdistanê
Li paytexta Franse Parîsê bi beşdariya nunerên partiyên hemû parçeyên Kurdistanê, dê civînek berfireh li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin. Di civînê de dê rewşa Rojavayê Kurdistanê bê gotûbêjkirin. Konferansa ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve tê lidaxistin, dê roja 13’ê cotemehê bê pêk bê.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê KNK’ê ve hate dayîn, konferans dê beşdariya rêxistin û partiyên ji her çar parçeyên Kurdistanê û rewşenbîrên Kurd pêk bê. Dê di civînê de nunerên partiyên Rojavayê Kurdistanê û endamên Desteya Bilind a Kurdan (DBK) jî amade bibin.
Her wiha, dê nunerên gelên Asurî, Suryanî, Keldanî û Ermenî jî beşdar bibin. Ji Bakûrê Kurdistanê jî dê nunerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û BDP’ê jî amade bibin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di nava beşdaran de ji 5 kes ji 10 endamên Desteya Bilind a Kurdan Salih Muslîm, Ehmed Silêman, Sînem Muhemed, Asya Ebdullah û Nesretdîn Îbrahîm, Serokê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Sûriyeyê Hemîd Hacî Derwêş, ji Bakûrê Kurdistanê jî Hevserokên KCD’ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk, ji Başûrê Kurdistanê jî Serokê Yekitiya Parlementerên Kurd Nîmet Ebdullah jî hene.
KNK’ê da zanîn ku wana hin muxalîfên Ereb û dostên Frensî jî vexwendine. KNK’ê destnîşan kir ku Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyek taybet de ye û bal kişand ku piraniya bajarên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Kurdan ve tên birêvebirin.
KNK’ê bang li hemû gelê Kurd kir ku piştgirî bidin gelê Rojavayê Kurdistanê û got; “Piştgirî û piştevaniya tenê bi axaftinê nabe. Hêzên Rojava yekitiya xwe çêkiirine. Divê hêzên din ên Kurdan ên li parçeyên din bi helwestek hevpar piştgirî bidin vê yekitiyê. Bi taybet rola Kurdên li derveyê welêt ji bo vê yekê girîng e.”
Di civînê de tê plankirin ku helwestek hevpar bê nîşandan. KNK’ê da zanîn ku ger ji aliyê hemû beşdarên civînê ve bê qebûlkirin, ew dixwazin komîteyek a piştevaniyê jî ava bikin.
Beriya civînê, dê êvara 12’ê cotmehê resepsiyonek bê dayîn. Dê axaftina vekirina civînê 13’ê cotmehê, saet di 09.00 de ji aliyÊ Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzade û nunerên Desteya Bilind a Rojavayê Kurdistanê ve bê kirin.
Civînê dê heta saet 18.00’an berdewam bike, piştî axaftinên beşdaran dê biryar bên dayîn û encamnameya konferansê bê aşkerekirin.
ANF NEWS AGENCY