Li Pasurê mala piştgiriya perwerdehiyê hat vekirin
Di çarçoveya projeyên civakî ya şaredariya Pasurê de mala piştgiriya perwerdehiyê hat vekirin
Di çarçoveya projeyên civakî ya şaredariya Pasurê de mala piştgiriya perwerdehiyê hat vekirin.
Li navça Pasura Amedê yekem car mala piştgiriya perwerdehiyê hat vekirin. Di çarçoveya projeyên civakî de ji bo xwendevanên rewşa aboriya malbatên wan nebaş in mala piştgiriya perwerdehiyê hat vekirin. Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr, Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin Hafîze Îpek, Şaredarê Pasurê Mehmet Nesîm Şîmşek û rêvebirên BDP'ê jî di nav de gelek kes tevlî vekirinê bûn. Şaredarê Pasurê Mehmet Nesîm Şîmşek di vekirinê de axivî û got; ew ê bêy ku ji xwendevana pere bigirin dê dersan bidin.
'Hebûna me bi girêdayî yekîtiya me ye'
Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr jî diyar kir ku ew ji xizmetên şaredariya Pasurê razî ne û got; "Vê yekê baş bizanin ku hebûna me bi girêdayî yekîtiya me ye. Lewma bêy ku em rawestin em ê xizmeta gel bikin."
Piştî axaftinan mala piştgiriya perwerdehiyê hat vekirin.
(ak)