1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Pasûrê ji bo qursa kurdî eleqeya mezin
Li Pasûrê ji bo qursa kurdî eleqeya mezin,li,pasûrê,ji,bo,qursa,kurdî,eleqeya,mezin

Li Pasûrê ji bo qursa kurdî eleqeya mezin

A+ A-

AMED 07.10.2013 11:41:23 Qursa zimanê Kurdî ya ku li navçeya Amedê Pasûr hate vekirin rastî eleqeyek mezin hat. Rayedarên Navenda Çand û Hunerê ya Andok, ku lê qurs tê dayîn gotin, "Emê hem daxwaza xwe ya ji bo perwerdeya zimanê dayikê bînin ziman, hem jî emê bi hêz hînî zimanê xwe bibin û bidin hînkirin.”

Navenda Çand û Hunerê ya Andok, ku yekemîn navenda çand û hunerê ya Pasûrê ye, bi eleqeyeke mezin qursên perwerdeya bi zimanê dayikê dide.

Li çar polên bi navê Apê Mûsa, Aram Tîgran, Celadet Elî Bedirxan û Ehmedê Xanî, ji aliyê hîndekarên Kurdî-Der'ê ve wane tên dayîn.

Der barê qursên ku 120 xwendekar lê perwerdeya bi zimanê dayikê dibînin de Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Andok Omer Zengîn agahî da û diyar kir ku xebatên perwerdeya bi zimanê dayikê pîroz in û got, "Siyaseta înkar û tinekirinê ya li dijî Kurdan, bi rêbazeke zirav tê meşandin. Perwerdeya bi zimanê dayikê hînê bi destûra bingehîn nehatiye ewlekirin û di fermiyetê de nehatiye pejirandin. Ev yek jî nîşan dide ku tê xwestin; siyaseta înkar û tinekirinê bi awayekî şermok be jî, bê meşandin."

Zengin ku diyar kir ewê têkoşîna perwerdeya bi zimanê dayikê dewam bikin û wiha dewam kir: “Emê perwerdeya bi zimanê dayikê bixwazin û hem jî xebatên fêrbûna zimanê dayikê û berfirehkirina wê hîn zûtir pêş bixîn.” Zengîn bal kişande ser eleqeyekî mezin a fêrbûna bi zimanê kurdî û diyar kir ku, ji ber ji sedî 15 yê qursiyerên wan Tirk in, ew kêfxweş in.