Li Pirsusê helbestvan Arjen Arî hate bîranîn
A+
A-
RIHA (DÎHA) - Helbestvanê kurd Arjen Arî yê ku li Pirsusê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest bi bernameyekê hate bîranîn.
Helbestvan Arjen Arî li navçeya Pirsusê ya Rihayê hate bîranîn. Merasîma bîranînê li Navenda Çandê ya Şaredariya Pirsusê pêk hat. Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bernameyê de jiyana Arjen Arî hate vegotin. Di bernameyê de helbestên Arî ji aliyê Jan Abdulkerîm, Omer Faruk û Î. Halîl Otkun ve hatin xwendin. Piştî guhdariya helbestan paşeroj û pêşeroja wêjeya kurdî hate nîqaşkirin.
(bd)
Bêjeyên Miftehî li,pirsusê,helbestvan,arjen,arî,hate,bîranîn