Li Pirsûsê mama, bîberon û paçê zarokan neman
RIHA (DÎHA) - Hat ragihandin ku li Pirsûsa bi deh hezaran Kobaniyan dimînin ji zarokan şîr, mama û paçê zarokan nemane. Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Rojava re bang li her kesî kir ku bi berpirsyarî tevbigere û çi ji dest tê bike.
Ji bo bersivdayîna li pêwîstiyên nêzî 200 hezar Kobaniyên neçar man ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê cih û warên xwe biterikînin, alîkariya ji Kurdistan, Tirkiye û derveyî welat dewam dike. Bi hatina zivistanê re pêwîstiya bi sobe, betaniya bi ceyranê, taştê, mam, dergûş, bîberon, şîr, paçê zarokan, derman û xwarinê, weke pirsgirêkekê li holê ye.
'Mam nemane'
Alîkariyên bi pêşengiya Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Rojava re tên berhevkirin, ji bo bigihêjin Kobaniyan li xeraja Şaredariya Pirsûsê û depoya Avesta tên komkirin. Ji berpirsyarên depoya navendî Halîl Akbaş anî ziman ku alîkariyên tên ji Şaredariyên DBP'î, HDP, rêxistinên civakî yên sivîl û derdorên hestyar tên û diyar kir ku ev alîkarî jî bi giranî madeyên bingehîn ên xwarinê ye. Akbaş ragihand ku alîkariya tê kirin her diçe kêm dibe û li ber bidawîbûnê ye û wiha got, "Divê ev alîkariya însanî bê navber bê depoya me. Di serî de divê bersiv ji pêwîstiyên germkirin û zarokan re were dayîn. Mama, şîr û paçê pêçandina zarokan hema bêjin li ber qedandinê ne. Girîng e her kes ya ji dest tê bike. Ev yek rewşeke însanî û wijdanî ye. Yên kincan jî dişînin, divê bala xwe bidin nûbûna kincan."
'Çi ji destê Pirsûsê hat kir'
Akbaş anî ziman ku şêniyên Pirsûsê tevî bêderfetiyê jî hembêza xwe li Kobaniyan vekir û wiha axivî: "Piştî operayona paqijkirinê, di nava Kobaniyan de kêfxweşiyeke mezin xwe da der. Bi awayekî bê sebir li benda vegera welatê xwe ne. Lê li hemberî vê yekê dewlet dest bi çêkirina kampeke ji konan kir û li şûna çûyîna welatê xwe dixwaze wan li konên AFAD'ê bicih bike. Lê kobanî dixwazin vegerin warê xwe. Gelê Kobanê tevî ku gelekî xizane jî deriyê xwe heta dawiyê li xwişk û birayên xwe vekir. Ne tenê li vir em ê li Kobanê jî xwişk û birayên xwe bi tenê nehêlin."
'Pêvîstî bi xebatkarên dildar heye'
Hunermendê şanoyê û xebatkarê Depoya Avesta Can Guvenç ê ji Enqereyê hatiye diyar kir ku pêwîstiyên lezgîn ên niha mama, şîr, bîberon, dergûş, paçê zarokan û kincên ji bo zivistanê ye. Li depoyan pêwîstî bi xebatkarên dildar heye. Her kes dikare li Pirsûsê tiştekî bike. Divê hemû ciwan berê xwe bidin vê derê."
(bd/wk)