Li Qabilcewzê gundî bifikar in
Leşker û cerdevanên 1'ê Gulanê li navçeya Qabilcewza Êlihê derketin operasyonê rez û baxçeyên gundiyan dan ber agire
Leşker û cerdevanên 1'ê Gulanê li navçeya Qabilcewza Êlihê derketin operasyonê rez û baxçeyên gundiyan dan ber agir. Gundiyan diyar kirin ku ew ji vê rewşê tengezar in û ewlehiya wan nemaye.
Leşker û cerdevanên 1'ê Gulanê li bejahiya gundên Bêlavê, Kovegerê Hewre, mezraya Azaya Lelhesna û bejahiya gundê Karameşeya navçeya Qabilcewza Êlihê derketin operasyonê rez, baxçe û darên fêkiyan dan ber agir. Hat hînbûn ku di çarçoveya operasyona 2 rojan berdewam kir de ketin û derketina gundan hat astengkirin. Hat ragihandin ku hin komên çekdar li herêmê digerin. Gundiyan diyar kirin ku ew ji operasyonên leşkerî û komên li herêmê çeper girtine bi fikar in. Guntiyeke ku nexwest navê xwe diyar bike anî ziman ku koma ku bi cilên HPG'iyan li herêmê digerin û kontragerilla bi şev li dora gund digerin.
'Li dora gund kontra gerîlla digere'
Gundiya got; "Leşkerên ku derketin operasyonê hemû rezê me şewitandin, darên fêkî şewitandin. Tekane debara me ew bûn. Me zirareke mezin dît. Ji bo em van waran biterikînin bi zanebûn dikin. Her şev li dora gund komên kontragerîlla ên ji 8 kesan pêk tên digerin. Vana cilên HPG'iyan lixwe dikin. Bi roj kes wan nabîne lê bi şev li dora gund tên dîtin. Min çend caran ew li eraziyê dîtin. Li vê derê tu ewlehiya me nîn e. Vana dê çi bikin ne diyar e. Heke wisa dewam bike em ê ji neçariyê koç bikin."
'Koçberiyê li me ferz dikin'
Gundiyeke din jî diyar kir ku di sala 1993'an de birayeke wî ji aliyê leşkeran ve hat kuştin û wiha axivî: "Em ditirsin ku wehşeta salên 90'an dîsa vegere. Darên me şewitandin. Bi van pêkanînan koçberiyê li me ferz dikin. Li hemberî kurdê ku xwe wekî kurd dide nasîn polîtîkaya şer tê meşandin. Li hemberî kurdên ku kurdiniya xwe înkar nakin polîtîkayên kuştin û ferzkirina koçberiyê dewam dike. Em bi kurdiniya xwe serbilind in. Em ji van tiştên ku tên jiyîn bi fikar in. Li vê derê her tim tevgera leşkerî heye, xebatên kontrayê heye.
(ak)