Li qada tê bombebarankirin sivîl hene
Li qada tê bombebarankirin kesên sivîl hene
Zozana Feraşînê ya li quntarê Çiyayê Kato ya navçeya Elkê ji aliyê helîkopteran ve dihate bombebarankirin û bombebarandin berdewam dike. Gundiyan diyar kir ku li qada tê bombebarankirin kesên sivîl hene û tu agahî ji wan neyên girtin.
Bombebarandina Zozana Feraşînê ya quntarê Çiyayê Kato ya navçeya Elkê ya Şirnexê berdewam dike. Li gorî çavkaniyên herêmê serê sibê saet di 08.00'an de derdorê gundê Pîrdoda yê li Zozana Feraşînê ji aliyê 6 helîkopterên kobra ve hate bombebarankirin. Piştî bombebaranê gelek leşker sewqî herêmê hatin kirin. Hate ragihandin ku bombebarankirin berdewam dike û gelek leşkeran jî bi ser gund de girtin û li malan lêgerînê dikin.
Li qada tê bombebarankirin kesên sîvîl hene
Gundiyan têkildarî bombebaranê de agahî dan û wiha gotin: "Li vir hefteyeke operasyon berdewam dike. Ji ber operayonê em zirarê dibînin. Em nikarin sewalên xwe biçerînin. Ewlehiya me tuneye. Li vir gelek zozan hene û li her derê leşker tên sekinandin. Li malên gundiyan lêgerînê dikin. Em tu agahiyan ji Zozana Doganyoluyê nagirin. Lê ji serê sibê heya niha ev qat tê bombebarankirin. Li qada tê bombebarankirin sewal û welatî hene. Lê li wir çi çêdibe em nizanin."
Welatê dê biçin qada tê bombebarankirin
Hate zanîn ku gelek xizmên gundiyan û welatî dê ji gundê Germavê û Wanê ber bi Zozana Feraşînê ve derkevin rê. Hate hînbûn ku gundiyan bi wekîlên BDP'ê re hevdîtin pêk anîn û xwestin ji wan re bibin alîkar. Li bendêne ku heyeta BDP'ê biçe gund.
(bd/mae)