1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li qadên gêrîla!..
Li qadên gêrîla!..,li,qadên,gêrîla

Li qadên gêrîla!..

Di roja sêyemîn ya meşê de li qadên gêrîla

A+ A-

Bahoz Amed - Behdînan - ANF Di gerek me ya li Herêmên Parastina Medyayê ku di roj sêyemîn ya Meşa Çareseriya Demokratîk ya gêrîlayên PKK’ê, em bûn şahidê hevdîtina gêrîla û gelê Kurd. Di sohbeta ku me li gel xelkê Başûrê Kurdistanê û gêrîlayan kir de dane diyarkirin ku, ji bo pêvajoya dîrokî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21’ê Adarê de dayî destpêkirin berdewam bike, pêwîste dewleta Tirkiye pêngavên makezagonî bi avêje.

Piştî şevekî bi ba û bahoz, em di nava rojî dengê çûkan bilind dibe silav didin rojê. Piştî wê me bi çaya gêrîlayan ku tu nikarî nevexwî me xwarina xwe xwar û em ketin rê. Em bi 4 gêrîlayên zilam û jinek ya gêrîla re derketin rê.

Bihatina biharê re çiya me bi xweşikbûnekî ciyawaz pêşwazî dike. Piştî meşek dirêj, em rastî fermandara gêrîlayan ya 29 sale gêrîla Gurcan Komata hatin. Ji ber ku dema mêhvanên gêrîlayan çêdibin, ji wan re cih de çayê tînin, ji bo me jî çayek anîn. Dema ku meçayên xwe vedixwarin, xweşiktiya xwezayê ya bê emsar, ez mest dikirim û matmayî dimam. Xweşiktiya çiyayan, çemên ku parçeyên berfê diketin nav de û perçe perçe diherikî wêneyên kartpostal di anîn bîra min.

Dema ku min ev tişt difikirin, Komata dest bi bîranînên gêrîlayan yên bê emsar dikir. Mijarê ji çiyayan destpêkir, bîranînên ku ew qas salin hatine jiyan kirin yek bi yeka din ve rêz dibe. Hêjan Gurcan gotina xwe xilas nekirî, gundiyê binavê Egîd Ebdulrezaq Mihmed Elî yê 60 salî bi nêzîkatiyên xwe yên gerim silav dide me û tevlî sohbeta me dibe. Di vê navberê de di sohbeta li gel Egîd de me zanî ku Egîd ji sala 1973’an heya 2001’an pêşmerge bûye. Egîdê pêşmergeyê berê bûye, têkildarî Meşa Çareseriya Demokratîk ya gêrîlayan em ketin sohbetê. Ragihand ku, ew piştgiriyê dide pêvajoya dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Meşa dîrokî ya gêrîlayan daye destpêkirin silav kir.

Egîd anî ziman ku, pêvajoyekî nû hatiye destpêkirin, pêwîste di vê pêvajoyê de rêyên çareseriya demokratîk bêne vekirin û balkişande ser ku, pêwîste dewleta Tirk pêngavên makezagonî bi avêje. Piştî wê gotin anî ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Pêvajo ji aliyê Rêbertiya me ku 14 sal zêdetire li Girtîgeha Îmralî hate destpêkirin. Ji bo ev pêvajo bi awayek tendurist bi rê ve biçe, pêwîste şert û merên Rêbertiya me bêne başkirin û bigehe azadiya xwe. Ji bo vê çendê jî me xelkê Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Rêbertiya xwe dest bi kampanya îmzeyan kir. Egîdê ku em ji sohbeta wî têr nebûn, ev tişt gotin û ji gel me çû.

Piştî wê 4 ciwanên Başûrê Kurdistanê ku bûne navbeynkar em hatin çiyayên Kurdistanê hatin gel me. Me bi wan re li ser navbeynkariyê li Kurdistanê sohbet kir. Seyîd Salih anî ziman ku, li Kurdistanê navbeynkarî destdayiye û destnîşan kir ku, xweşiktiya çiyayan ew matmayî hêlaye. Ji wan 4 ciwana du ciwanên ku cara yekem bû gêrîla dîtin temaşekirinên wan balkêş bûn. Wan herduyan jî diyarkir ku, êdî pêwîste kurd xwedî statû û bi şêweyek azad bijîn. Ji ciwanan Îsa Salih Kenan bilêv kir ku, ji bo ev pêvajo li ser bingehê demokratîkbûnê pêş bikeve pêwîste dewleta Tirk pêngavên makezagonî bi avêje. Piştî wî Îmmet Faqih mafê axaftinê girt û anî ziman ku, ji bo ev pêvajo berdewam bike yek ji pêngavên berçav yên bêne avêtin pêwîste Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nav de hemû girtiyên siyasî bên berdan. Piştî Faqih, Ihsan Muhamed Ebdulrehman ku pêşmergeye li ser gotinên Faqih hinek tişt zêdekir û got, ev pêvajo tenê dikare bi vî awayî ber bi çareseriyekî demokratîk ve biçe.

Sohbeta me ku wisan berdewam dikir, Hişyar Mehemed Şîno ku 29 salan pêşmergetî kiriye, em ji dûr ve dîtin û hate cem me. Ji ber ku rêveberek berê yê YNK’ê bû em di derbarê pêvajoyê de fikrê wî pirsî. Şîno hinek bi zimanekî henek warî û rû bi ken, anî ziman ku ew ji pêvajoyê bigûmane. Şîno diyarkir ku, ji bo pêvajo li ser bingehekî demokratîk pêş bikeve, pêwîste pêngavên beramber bêne avêtin û wiha berdewam kir: “Rêbertiyê di Newroza 21’ê Adarê e pêngavek dîrokî avêt û PKK’ê jî piştgirî da vê pêngavê û di 25’ê Nîsanê de biryara vekişînê da. Komên destpêkê di 14’ê Gulanê de hatin. Heya niha du komên meşa çareseriya demokratîk gihane Herêmên Parastina Medyayê. Ev pêngavekî dîrokiye. Ji bo bidawî anîna polîtîkaya îmhakirina Kurdan ya dewleta Tirk sedsale di meşîne, pêngavek pêwîst bû. Ez li bendê bûm ku Tirkiye pêngavek wisna bi avêje. Lê belê Rêbertiya me pêngavek wisan dîrokî avêt û PKK’ê jî piştgirî da vê pêngavê. Her wiha biryara vekişînê ku di asta vekirina deriyê siyaseta demokratîk de ye da. Niha pêvajoya sê mertebeyî ku mertebeye din jî derbaz bibe berpirsyartî dikevin ser milê dewleta Tirk. Di serê vê de makezagonekî demokratîk ku Kurd û hemû gelên din digire nava xwe pêwîste. Ji bo siyaseta demokratîk ava bibe pêwîste hemû girtiyên siyasî yên KCK’ê ku di opersayonên qirkirinê yên 14’ê Nîsana 2009’an hatin girtin serbest bêne berdan. Li gel vê zimanê Kurdî di qada yasayî de bê serbest kirin û li cihên ku Kurd lê zêdene bibe zimanê perwerdeyê. Eger ev pêkbên wê demê dikarin derbazî mertebeyekî din bibin.”

Piştî sohbetek wisan, me xatira xwe ji Şîno xwest û em ketin rêyên patîkayan û me temaşeyî wê xweşiktiya xwezayê kir. Piştî demekê em li ber çekê ku xum xum di herikî meşiyan, em rastî pêşmergeyê berê Îsmaîl Mihemed hatin. Bi nêzîkatiyên gerim yên Mihemed û ji ber di nava gêrîlayan de ne keyfxweşiya wî di rûyê wî de xuya dikir. Mihemed ku ji me re çay anî, balkişande ser kampanya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin. Mihemed anî ziman ku, kampanya îmzeyan gihaye astekî diyar û diyarkir ku, pêwîste hemû partiyên siyasî yên Kurd û derdorên demokrat piştgiriyê bidin vê kampanyayê. Dema ku sohbeta me di vê çarçoveyê de berdewam dikir, kurê Mihemed Îsmaîl Hawar li ser Meşa Çareseriya Demokratîk ya gêrîlayên azadiya Kurd ket nîqaşê. Îsmaîl got: “Nameya Çareseriya Aştiyane û Demokratîk” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 21’ê Adarê li Amedê aşkera kir, PKK’ê jî piştgiriya xwe anî ziman. Piştî wê Meşa Çareseriya Demokratîk ya Gêrîlayên Azadiya Kurd destpê kir. Em ji vê pir keyfxweşin. Lê belê gûmanên me jî hene. Ji bo ev gûmanên me nemînin, pêwîste dewleta Tirk pêngavên makezagonî bi avêje. Tenê bi vî awayî dê pêvajo demokratîk bêy ku vale derbikeve dê pêşbikeve.”

Gera me ya yek rojî ku me li çiyayên Kurdistanê derbaz kir, dê çi deman ji mejiyê me dernekeve, em jî li ber roja ber bi êvarê ve sorbûyî xwe di rêyên patîka de berdidin û diçin cihê xwe.


Bêjeyên Miftehî