1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Qamişlo Mihrecana Cîroka Kurdî
Li Qamişlo Mihrecana Cîroka Kurdî,li,qamişlo,mihrecana,cîroka,kurdî

Li Qamişlo Mihrecana Cîroka Kurdî

A+ A-

QAMIŞLO- Duyemîn Mihrecana Çîroka Kurdî ya Fûad Temo bi diurşmeya ˮÇîrok Neynika Civakê yeˮ bi tevlîbûna 34 çîrokên kurdî yên ji Başûr, Bakur û Rojava dest pê kir. Mirehcan dê 7 rojan dom bike.

Mîhrecana Duyemîn a Çîroka Kurdî ya Fûad Temo ku ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve hatiye gorgenîzekiirn, bi beşdarbûna Yekîtiya Nivîskarên Kurd li SÛriyê û Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê bi boneya Roja Çîroka kurdî li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dest pê kir. Mihrecana ku bi tevlîbûna 34 çîrokên ku ji Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê beşdarbûne dê 7 rojan dom bike.

Di vekirina mihrecanê de Seroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid, Serokê Desteya Karê Derve Ebdulkerîm Umer, Seroka Desteya Darayyî Remziya Miheme, Serokê Yekîtiya Nivîskar Telal Husên, Cîgira Seroka Desteya Jinan Hêva Erebo, Nûnerên Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd û bi dehan rewşenbîrên ji Bakur, Başûr û Rojava beşdar bûn.

Mihrecan bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê Serokê Desteya Karê Derve Ebdulkerîm Umer bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk axivî û xebatên komîteya Amadekar pîroz kir. Umer, bal kişand ser destkeftiyên çandî yên di pêngava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û got hemû destkeftiyên Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk bi saya ked û berxwedana cangoriyan pêk hatiye.

Di berdewama mihrecanê de Seroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid axivî û got ku armanc ji nivîsa çîrokan danasîna dîrok, pêşeroj û jiyana niha ya gelê kurd e û wiha dom kir: ˮArmanca me ji vê mihrecanê vejandina çanda kurdî ye.ˮ Di dawiya axaftina xwe de Xalid spasiya hemû cîroknivîsên beşdarbûne û mêvanan kir.

Li ser navê Yekîtiya Nivîskarên kurd a Sûriyê Dîlawerê Zengî, li ser navê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Telal Husên û li ser navê TEV-ÇAND’ê ya Kantona Cizîrê Ruha Husên axivîn. Di axaftinan de bal hat kişandin ser destkeftiyên di pêngava şoreşa Roajva de û hate gotin di warê çandî de jî gelek destekftî hatine bidestxistin.

Di roja yekem a mîhrecanê de her wiha Koma Bale ya mûzîkê ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêx stran pêşkêş kirin, her wiha koma govenê jî hin govend pêşkêş kirin. Piştî govend û stranan pêşengeh şêwekarî bi beşdarbûna 146 tebloyên rewşa Rojava û hemû Kurdistanê diyar dike hate vekirin. Her wiha Seroka Desteya Çandê Bêrîvan Xalid pirtûka bi navê ˮ60 Awazˮ ya Mihemed Elî Şakir, wekî diyarî pêşkêş kir.

Mihrecan di roja xwe ya duyemîn de dê bi xwenina 8 çîrokan dom bike. Nivîskar dê çîroka xwe li ber Komîteya Amedekdar û mêvanan bixîne.

(dc)

ANHA