Li Qamişloyê Akademiya Ziman, Wêje û Dîroka Kurdî hate vekirin
QAMIŞLO 24.10.2013 09:48:35 Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê yekemîn Akademiya Ziman, Wêje û Dîroka Kurdî li bajarê Qamişlo vekir.
Akademiya ku ev demeke dirêj e amadekariyên wê têne kirin bi navê "Akademiya Ziman, Wêje û Dîroka Kurdî ya Celadet Bedîrxan" bi merasîmekê hate vekirin. Di merasîmê de endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Saziya Malbatên Şehîdan, Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, Tevgera Çand û Hunerê, Navenda Perwerde û Zanistê ya Jinê, endamên meclîsên gel ên taxên Qamişlo û bi sedan welatî amade bûn.
Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, rêvebera akademiyê Nisrîn Doko axivî û bal kişan ser şoreşa Zimanê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê. Doko, da zanîn ku gelê kurd di warê ziman de rastî gelek astengî û zehmetiyan hatiye, lê bi ked û berxwedanê gavên mezin hatine avêtin.
Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed jî di merasîmê de axivî û bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li dîrok û çandê. Ehmed, da zanîn ku rêjîma Baas bi hemû îmkanên xwe hewl daye ku çand û wêjeya gelan tune bike, di vê çarçoveyê de kesên xwedî li zimanê kurdî derdiketin xistine zindanan, lê îro diyar bûye ku îradeya gelan di dawiyê de bi ser dikeve.
Piştî axaftinan akademî ji aliyê dayîkên endamên Saziya Malbatên Şehîdan ve hate vekirin.
Di Akademiya Ziman de wê di 25'ê Cotmehê bi tevlîbûna 35 namzetên mamosteyan dewreya perwerdeya ziman bê destpêkirin. Di dawiya dewreya ku dê 3 mehan dom bike de, mamosteyên bawernameyên xwe digirin wê li dibistanan bêne peywîrdarkirin.