1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Qamişloyê şer
Li Qamişloyê şer,li,qamişloyê,şer

Li Qamişloyê şer

Li Qamişloyê dewriya Yekineyên Parastina Gel rastî êrîşa çekdarî ya hêzên dewleta Sûriyeyê hatin

A+ A-

Qamişlo - Hate ragihandin ku, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dema dewriya Yekineyên Parastina Gel (YPG) li nava bajêr digeriya, ji aliyê hêzên dewleta Sûriyeyê ve rastî êrîşa çekdarî hatin. Li gorî agahiyên destpêkê endamek yê YPG’ê birîndar bû.

Li gor agahiyên destpêkê ji herêmê ketine destê me di encam êrîşa çekdarî de yek ji endamên YPG'ê birîndar bû. Lê heta niha nehatiye zanîn navê birîndar çiye. Êrîş li navenda bajarê Qamişlo li taxa Siyahî pêk hat.

Hate zanîn dema ku dewriya YPG'ê li navenda bajêr dewriye digeriyan rastî êrîşê hatine.

Her wiha Yekîneyên Parastina Gel îro danê sibê hemû gund, navçe û navenda Efrînê li gel navçeya Cinderêsê jî xistine destê xwe. Hat ragihandin ku bê ku li rastî berxwedana hêza rejîmê bên û bê ku tundî bi kar bîne bi temamiya bajêr xistine destê xwe.

Hêjayê gotinê ye ku Kurdan duh (19’ê tîrmehê) bajarê Kobaniyê dest danî ser hemû saziyên hikûmeta rejîma Sûriyeyê. Rayedarên Kurd ragihandin ku wana bi aramanca ku şerê li Sûriyeyê negihe Kurdistanê tedbîreke wiha girtine û Kobanî niha di destê Kurdan de ye.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî