Li Qendîlê 100 hezar kes...
Li Qendîl bi tevlêbûna 100 hezar kesan Newroz hate pîroz kirin
Bi beşdarbûna nêzîk 100 hezar kesan Newroza Qendîlê hat pîrozkirin. Di Newrozê de piştgîrî ji plana çareseriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hate dayîn. Pankarta 'Ji Bomberdûmana Firokên Artêşa Tirk re Na, Ji Çareseriya Demokratik re Erê' bal kişand.
Pîrozbahiya Newroza Qendîlê bi beşdarbûna nêzîk 100 hezar kesan bi silogana "Em Newroza 2013'an Bikîn Newroza Azadiya Rêber Apo û Çareseriya Doza Kurd", duh hat pîrozkirin. Di Newroza Qendîlê de weke hercarê azadiya Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hate xwestin û peyamên pişgiriyê ji bo plana çareseriya pirsgirêka Kurd ya Ocalan hatin dayîn. Di pirozbahiya newroza Qendîlê de endamê Konseya Rêveber ya KCK'ê Xebat Hewlêrî axivî. Hewlêrî di serî de cejna newrozê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, gelê Kurd û hemû gelên birçiyê azadiyê pîroz kir û balkêşand ser pêvajoya hevdîtinên Îmraliyê. Hewlêrî da zanîn kû gelê Kurd di pêvajoyek girîng û hesas de derbaz dibe û ji bo ev pêvajoye bigehe serkeftinê û berhemê wê were girtin pêwîste her kese bi vê hesasiyetê nêzîkatî li pêvajoyê bike. Jibo pîrozbahiya newroza Qendîl ji her çar parçeyên Kurdistanê û piraniya navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê herwisa ji tevahiya gundên Binareya Qendîlê gel di demjimêrên şevê de bi wesayitên xwe ketin ser rêya Qendîlê. Di demjimêrên şeveqê de beşek ji gel gihişt qada newrozê û ji ber dûrbûna riyê gelek wesayit jî di demjimêr 10:00'an de karîn bigehin qada pîrozbahiya newrozê.
Piştî gel hemû gihişt cihê qada Newrozê şahiya Newrozê bi pêxistina agirê newrozê û sîroda netewî 'Ey Reqîp' ya ji aliyê Koma Zarokan a Şehîd Solîn ve hate gotin destpêkir. Di pîrozbahiyê de hûnermend Zozan, Kawa, Melek Rojhat, Necmeddîn Xulamî, Bengî Agirî, Cercîs Çomanî, Qere, Koma Şehîd Karwan Gabar, Koma Zarokan ya Şehîd Solîn, Koma Şanoyê ya Raperîn derketin ser dike. Di pîrozbahiyê de peyama Koma Civakên Kurdistanê, Koma Jinên Bilind, Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê û Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan û gelek partiyên siyasî û rêkxistinên civakî yên Başûrê Kurdistanê hate xwendin. Herwiha heyetek ji Norveç jî beşdarî newroza li Qendîl bû û piştgiriya xwe jibo pêvajoya hevdîtinan û çareseriya pirsgirêka Kurd anîn ziman. Siloganên bi Kurdî yên 'Bijî Serok Apo' 'Azadî Abdullah Ocalan' ji aliyên her sê welatiyên Norveçê ve hatin avêtin û bala gel kêşandin ser xwe û gel jî wana bi germahî pêşwazî kir û çepik jêre lêxistin. Di dema pêşkeşkirina stran û peyaman de bi deh hezaran kesî biyek dengî siloganên 'Bijî Serok Apo', 'Bijî Çareseriya Demokratîk', 'Ji Ocalan Azadî ji Kurdistanê re Statû' dihatin avêtin. herw Herwiha hêjayî gotinêye kû ewlekariya pirozbahiya newroza Qendîlê ji aliyê gerillayan ve hate girtin û hemû beşdarvanên şahiya newroza Qendîlê bi cilûbergên Kurdî reng dan newrozê û bi şervanên azadiyê re wêneyên bîranî nê kêşandin.
Bernameya pîrozbahiyê bi bi girtina govendê û stran gotinê bi dawî bû.
(wd-sk/mae)