Li Qersê amadekariyên 14'yê Tîrmehê
Amadekariyên mitînga 14'yê Tîrmehê bi şîara; "Ji bo Ocalan Azadî" li Amedê ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk û BDP'ê ve dê bê lidar xistin berdewam dike. Li Qers û navçeyên wê jî ji bo tevlîbûna mitîngê xebat hat destpêkirin.
Di çarçoveya amadekariyên mitînga 14'yê Tîrmehê bi şîara; "Ji bo Ocalan Azadî" li Amedê ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk û BDP'ê ve dê bê lidar xistin de li navçeyên Têkor, Qaxizman, Selîm û Cilawûz ên Qersê xebatên mitîngê hatin destpêkirin. Ji bo der heqê amadekariyan de agahî bên dayîn li avahiya BDP'a Qersê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Hevserokê BDP'a Qersê Şerafettîn Îldîrim û gelek kes tevlî civînê bûn. Îldîrîm daxuyanî da û diyar kir ku ew di çarçoveya amaadekariyan de mal bi mal digerin û banga tevlîbûna 14'yê Tîrmehê dikin. Îldîrîm got; "Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan Ev hefteyek e berdewam dike. Emê di mitînga 14'yê Tîrmehê de vê tecrîdê bibersivînin. Ji bo vê yekê em hemû gelê xwe yê Qersê vedixwînin mitîngê. Ev mitîng mitîngeke dîrokî ye. Li gorî wê yekê divê em amadekariya xwe bikin û tevlî bibin.
(ak)