1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Qersê şahiya Ciwanan
Li Qersê şahiya Ciwanan,li,qersê,şahiya,ciwanan

Li Qersê şahiya Ciwanan

A+ A-

10:47 23.12.2013 1 / 10 QERS (DÎHA) - Li Qersê di şahiya ji aliyê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) û Komeleya xwendekarên welatparêz yên Qafqasya ve hatibû amadekirin bi hezaran ciwan amade bûn.

Li Qersê HDP û Komeleya Xwendekarên Welatparêz ya Qefqasya (KA-YODER) bi hevre ji bo ciwanan şahiyek amadekirin. Di şahiya ku li salona siporê hat li darxistin de endamê BDP PM'ê Îsmaîl Aytemîz, Serokê navenda HDP'ê ya Qersê Ayhan Gezîcî, hevserokên BDP'ê yên Qersê Şengul Mehmetoglu û Turgut Taşkiran, li gel şaredarên navend û navçeyan bi hezaran welatî û ciwan tevlîbûn. Di salonê de Panqartên "PKK felsefeya azadiyê ye û mîmarê wê jî Birêz Ocalane", "Ji azadiya ciwanan ber bi azadiya pêşerojê ve. Me ciwan despêkir emê ciwan serbikevin.", "Bijî şoreşa Rojava." Wêneyên Serokê PKK'ê Abdulah Ocalan, yên ku di Tevgera Azadiyê de jiyana xwe ji destdane û yên ku ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin Aydin Erdem, Reşîd Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr hatin hildan. Siloganên "PKK gele gel jî li vire", "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Rojava" hatin avêtin. Ji bo kesên ku di Tekoşîna Azadiyê de jiyana xwe jidestdane deqeyek rêz hatgirtin, paşê jî axaftinan despêkir.

Li ser navê KA-YODER'ê endamê Komeleyê Azad Karasu axivî û got: "Di nava civakê de qalibên ku runiştîn ji bo guherînê divê ciwan pêşengiyê bikin. Şoreşa Kurdistanê şoreşa hemû gelên ku hatî perçiqandine. Pêşengiya vê şoreşê jî ciwanên welatparê kirine. Demdirêj domandina vê şoreşê ji ber pêşengiya wê qadiroyên ciwan yên bi fikir azad û ronakbîr pêşengiya wê kirine."

Şahiyê bi sitiranên hunermend Mehmet Atli û Seyda Perînçek berdewamkir. Li ser dikê Seyda Perînçek bi kurdî axivî û got: "Ev demdirêje em li hemberî dewleta kapîtalîst û emperyalîst li berxwe didin. Em bi salane ji bo mirovahiyê şer dikin û emê bi serbikevin. Bijî tekoşîna azadiya Kurdistanê. Bijî berxwedana ciwanan. Bijî berxwedana dayîkên me ya bi romet." Şahiyê heya derengiya şevê bi govendê berdewam kir.

(zt/mae)


Bêjeyên Miftehî