Li Qoserê Biserdegirtin
A+
A-
Li gor agahiyên hatine ragihandin, li Qoserê îro bi serê sibehê re polîsan girtin ser malan û avahiya BDP'ê. Di biserdegirtinên polîsan de rêveberên niha û yên kevin ên BDP'ê hatin binçavkirin.
Hate ragihandin ku polîsan Serokê BDP'ê yê navçeya Qoserê Zeyat Ağaoğlu, Serokê kevin ê BDP'a Qoserê Omer Turgay, rêvebera kevin Şukran Yilmaz, endamên DTK'ê Alaattin Bulut û Mehdi Erdem birine.
Polîsan li devê kuçeyan, dora malan û kargehên welatparêzan çûn û hatin rawestandin û heta bi çenteyê xwendekarên ku diçûn dibistanan jî vekirin û kontrol kirin. Di encama operasyonê de gelek Hard Disk ên komputeran, nivîsên fermî û dosyeyên partiyê jî hatin desteserkirin.
Bêjeyên Miftehî li,qoserê,biserdegirtin