1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Qoserê ji bo girtiyan konser
Li Qoserê ji bo girtiyan konser,li,qoserê,ji,bo,girtiyan,konser

Li Qoserê ji bo girtiyan konser

A+ A-

26 Gulan 2014 MÊRDÎN (DÎHA) - Li navçeya Qoser ya Mêrdînê bi armanca piştevaniya girtiyan di bin pêşengiya TUHAD-DER'a Mêrdînê konserek hate organîzekirin.

TUHAD-DER'a Mêrdînê bi armanca piştevaniya girtiyan li Salona Girtî ya Qoserê konserek li dar xist. Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Guler Yildirim, Hevşaredarê Qoserê Îsmaîl Asî, rêveberên BDP'ê û gelek welatî tevlî konserê bûn. Li salonê alên PKK'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û PKK'iyên li girtîgehê jiyana xwe ji dan hatin daliqandin. Berî konserê Prz. Ziya Bagi axaftine kir û balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û bang li hikûmetê kir ku bihestiyar be. Piştî axaftinê Hozan Diyar, Koma Îzala û Xebatkarên Navenda Çandê ya Şehîd Alî Temel derketin ser dikê û demên xwe bi beşdaran dan jiyîn.

(bd)