1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Qoserê Şevbihêrka Dengbêjan
Li Qoserê Şevbihêrka Dengbêjan,li,qoserê,şevbihêrka,dengbêjan

Li Qoserê Şevbihêrka Dengbêjan

Li Qoserê 'Şevbûherkên Dengbêjan' hate lidarxistin

A+ A-

Komîsyona Çandê ya Şaredariya Qoserê çalakiyên bîranîna nivîskar, dengbêj, helbestvan ên ku feydeya wan gihaştiye çand û zimanê kurdî bi 'Şevbûherka Dengbêjan' dest pê kir.

Komîsyona Çandê ya Şaredariya Qoserê ji bo bîranîna dengbêj, nivîskar û helbestvanên ku feydeya wan gihaştiye çand û zimanê kurdî dê heta hefteyekî li Qada Azadiyê çalakiyan li dar bixe. Çalakî şeva din bi 'Şevbûherka Dengbêjan' dest pê kir. Serokê BDP'ê ya Qoserê Omer Tûrgay, Cîgira Şaredarê Qoserê Şerîfe Alp, Alîkarên Şaredarê Qoserê Leyla Salman û Bûrhan Kûrhan, endamên meclîsa şaredariyê, Serokê Konseya Bajar a Qoserê Aslan Başboga, Egîtîm Sen, MEYADER û gelek welatî beşdarî şevê bûn. Di 'Şevbûherka Dengbêjan' de dengbêjên Mala Dengbêjan (Navenda Çanda Dîcle-Firat) Dengbêj Mehemedî Dêrîkî, Îbrahîmê Pirikî, Hesenê Şilbî û Abdûlkerimê Şemo derketin ser dikê û klam û destanên navdar bi beşdaran par ve kir. Beriya klaman Mihemedê Dêriki axaftinek kin kir û da zanîn ku kurd tenê bi xwedîderketina bi nirxên xwe dikare ziman û çanda xwe bide jiyandin.

Dengbêjan heta 2 seatan klam û destanan gotin û şev bi dawî bû. Di çalakiyên ku dê heta hefteyekî bidome de dê Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Saîdê Kurdî (Nursî), Celaded Elî Bedîrxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî û Ereb Şemo were vegotin.

(ab)