Li Ranya ji bo Viyan Caf merasîma bîranînê
Li navçeya Ranya bi pêşengiya Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan û Rêkxistina Jinên Azadixwazên Kurdistanê (RJAK) ji bo Viyan Caf merasima bîranînê hat li darxistin.
Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê ji bo 7'emîn salvegera şehateda endama YJA STAR û endama Komîteya Ji nû ve avakirina PKK’ê Viyan Caf (Leyla Xalid Husên) di pêşengiya Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan û Rêkxistina Jinên Azadixwazên Kurdistan (RJAK) ê de bi merasîmekê hat bîranîn. Merasîma bîranînê di kesayeta Viyan Caf de ji bo tevayê giyanê şehîdên Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir û piştre endama RJAK’ê Çîçek Harûnî axivî û diyar kir ku têkoşera azadiya gelê Kurd Viyan Caf (Leyla Xalid Husên) ji bo şermezarkirina komploya navnetewî 15’ê Sibatê kû Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên emperyalîst ve radestî dewleta dagirkera Kurdistanê Tirkiyê hatibû kirin agir berda bû canê xwe û jiyana xwe ji dest da û di berdewama axaftina xwe de wiha got; “Heval Viyan Caf di nameya xwe de diyar kiribû kû ‘heta Bakûrê Kurdistanê azad nebe tû parçeyên din yên Kurdistanê nikarin azad bibin’.” Herwiha Harûnî got Hevala Viyan bi vê çalakiya xwe ya fedayî û qehremanîyê komploya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vale derxist û bû sembola vîna jina Kurd. Di bedewama axaftina xwe de diyar kir kû ewê heta dawiyê bîranîna Viyan Caf bidin jiyan kirin û bejna xwe di kesayeta Viyan Caf de li hember hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin. Piştî axaftina Harûnî nameya Viyan Caf ji aliyê Şemal Silêman ve ji beşdarvanan re hate xwendin û piştî wê li ser jiyana wê sînevîzyona kû hatî amadekirin hate pêşkeş kirin û piştre merasîma bîranînê siloganên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.
(mh/wd/mae)