1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Ranya sibe ji bo azadiya Ocalan çalakiyek tê lidarxistin
Li Ranya sibe ji bo azadiya Ocalan çalakiyek tê lidarxistin,li,ranya,sibe,ji,bo,azadiya,ocalan,çalakiyek,tê,lidarxistin

Li Ranya sibe ji bo azadiya Ocalan çalakiyek tê lidarxistin

A+ A-

MIHEMED HESEN/ROJNEWS

Li qezaya Ranyayê sibe ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya îlankirinên rêveberiyên cewherî yên demokratîk yên li Bakûrê Kurdistanê çalakiyek tê li darxistin.

Endamê Komîteya Azadî ji bo Ocalan Seîd Xalid daxwaz ji xelkê devera Raperîn kir ku weke erkekî nîştîmanî û exlaqî beşdarî çalakiyê bibin kir û got: "Çawa ku weke salên 1991'an de xelkê Raperîn li hemberî rejîma Baas rabû li ser pêyan, niha ji gelê Bakûrê Kurdistanê ji bo îlankirin rêveberiyên cewherî yên demokratîk rabûne li ser pê yan.

Ji bo piştgiriya wan û azadiya Birêz Ocalan erkekî nîştîmanî û exlaqî ye her welatî beşdarî çalakiyê bibe û dexwazê ji wan dikin erkên xwe yên nîştîmanî pêkbînin. Ji dewleta Tirkiyeyê re bêjin êdî em komkujiyên li hemberî gelê Kurd naperîjinin."

Dem û cîhê çalakiyê wihaye; Sibe di saet 17:00'an de li ber Mizgefta Seîd Sadiq ta Baxê Giştî ya qezaya Ranya wê bi meşîn. (ab)