Li Rezan ji waneya kurdî re eleqeya mezin
11:00 04.10.2013 1 / 4 AMED (DÎHA) - Waneyên kurdî yên li Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Ferzad Kemanger ku di bin banê Şaredariya Rezanê de tên dayîn eleqeyek mezin dibîn e.
Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Ferzad Kemanger ku 3 sal berê ji hêla Şaredariya Rezan ve hat vekirin eleqeyek mezin ji xwendekaran dibîne. Di Mala Piştgiriya Perwerdehiyê de, di serî de kurdî waneyên qompûturê, wêne, ekolojî û perwerdehiya zayendiya civakî destpê kir. Di Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ku ji 9 polên cûda hene de, îsal 470 xwendekarên Rezanî hatin qeydkirin. Di Mala Piştgiriya Perwerdehiyê de ji bo xwendekarên amadekariya zanîngeh û amadeyiyê dikin îsal ayreten waneyên zayendiya civakî û ekolojiyê jî dê bên dan.
Kordînatora Mala Piştgiriya Perwerdehiya Ferzad Kemanger Tahîr Saçakli derbarê xebatên perwerdehiyê de axivî, diyar kir ku xebatên wan ketiye sala sêyemîn. Saçakli, da zanîn ku her roja diçe daxwazên ji bo qursên wan zêde dibin, bi taybetî qûrsa kurdî pir raxbet dibîne. Saçali, wiha got: "Xwendekarên me kêfxweşiya dîtina perwerdehiya kurdî dijîn. Hemû xwendekarên me yên tên diyar dikin ku ew dixwazin perwerdehiya zimanê zikmakî bibînin. Ji bilî xebatên çand û civakî waneyên amadekariya zanîngeh û amadeyî jî didin. Em di mijarên cûda de perwerdehiyê didin xwendekaran. Di nava mijarên di polan de didin de waneyên zayendiya civakê û ekolojî jî hene."
(ea/mae)