1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Rihayê lehî rabû 3 kes mirin
Li Rihayê lehî rabû 3 kes mirin,li,rihayê,lehî,rabû,3,kes,mirin

Li Rihayê lehî rabû 3 kes mirin

A+ A-

Li Rihayê ji ber barana zêde lehî rabû û 3 kesên ketin ber lehiyê jiyana xweji dest dan. Li navçeya Farqînê û navenda Amedê jî barana zêde bû sedema lehiyê û jiyan felç kir. Piştî lehiyê 4 kes birîndar bûn.

Duh ji ber barana zêde li navçeya Harranê û Hewayê yên Rihayê lehî rabû. Li navçeya Hewagê ya Rihayê jina 20 salî û Melaha Aslan a 62 salî winda bûbûn. Melaha Aslan duh cesedê wê hatibû dîtin û îroe jî cesedê Rahime Aslan ku jiyana xwe ji dest da hate dîtin. Duh jî Melaha Aslan a 62 salî ketibû ber lehiyê û winda bûbûn.

Li navçeya Harranêya Rihayê jî piştî lehî rabû Ahmet Çakir ket ber lehiyê û jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Farqînê jî jiyan felç bû

Li navçeya Farqînê ya Amedê jîe şevê din saet di 18.30'an de ji ber barana zêde lehî rabû. Gelek mal û kargerî di bin avê de man û zerarek mezin pêk hat. Di lehiyê de 4 kes birîndar bûn. Pişti barana zêde lehî wekî çem rabû zerarek mezin pêk anî.

Li navenda Amedê jî li semta Seyrantepe ji ber barana zêde lehî rabû û gelek mal û kargerî di bin avê de man. Di malên ku di bin avê de man de zerarên mezin çêbûn.

(mae)