1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Roboskiyê hewildana komkujiyê!
Li Roboskiyê hewildana komkujiyê!,li,roboskiyê,hewildana,komkujiyê

Li Roboskiyê hewildana komkujiyê!

Li Roboskiyê yê jinên li zozanan sewal diçerandin ji aliyê helîkopteran ve hatin gulebarandin

A+ A-

M. ZEKÎ ÇÎÇEK / JÎHAT AKÇA Derket holê ku li gundê Roboskiyê yê ku 34 welatî bi balafiran hatin qetilkirin, vê carê ji jinên li zozanan sewal diçerindan ji aliyê helîkopteran hatin gulebarandin. Dayîka Yuksel Urek ê ku di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest da Emîen Urek, diyar kir ku ji ber guleyên ji heklîopteran hatin avêtin 4 bizinên wê birîndar bûn û ew ji mirinê vegeriyan.

Piştî li Roboskiyê 34 welatî bi balafirên şer ên tirk hatin qetilkirn vê carê jî dayîkên kesên jiyana xwe ji dest dan rastî hewildanan heman tiştî hatin. Di 18'ê gulanê de dema ku 15-20 jinên Roboskiyê li nêzî cihê bûyerê sewal diçerandin, helîkopter bi ser serê wan de nizim firiyan. Jinan diyar kir ku helîkopteran gule berdan wan. Dayîka Yuksel Urek Emîne Urek, diyar kir ku helîkopteran gule berdan wan û ji ber vê yekê 4 bizinên wê birîndar bûn û ew ji mirinê vegeriyan.

'Helîkopter gul berdan me'

Urek, anî ziman ku ji ber li herêmên çoltar dijin sewalkarî û bazirganiya sînor dikin. Urek, da zanîn ku helîkopteran gule berdan wan û qalikên guleyan nîşan da û wiha got: "Dema ku em sewalên xwe dibin zozanan û didoşin her tim helîkoptera nizim bi ser me de difirin. Roja borî dema ku me li zozanan sewalên xwe diçerandin helîkopteran em dîtin û gule berdan me. Di gulebarandinê de 4 bizinên min birîndar bûn û me serjêkirin. Em jî bi zorê xelasbûn. Li hemberî me hewildana komkujiya duyemîn pêk anîn. Ji ber ku em nemirin em bi şansin." Urek, bilev kir ku her tim tirsa mirinê dijîn û li zozanên wan dengê çekan tê.

'Heke îstîxbarat a we be kiryar li ku ne wê demê?'

Urek, bal kişand ser daxuyaniyên hikûmetê û nîqaşên îstîxbaratê. Urek, bang li Serokwezîr Erdogan û Wezareta Dadê wiha kir: "Çima Erdoganê dizane ku îstîxbarat ji aliyê kê ve hate dayîn tiştekî nake?" Urek, destnîşan kir ku Serokwezîr Erdogan û wezîrên wî dibêjin "Îstîxbaret me bi xwe girt" û wiha axivî: "Gelo heke îstîxbarat ya we be wê demê kiryar li ku derê ne? Hun ji xwedê natirsin? Çi bikin bila bikin em dest ji doza xwe bernadin. Em dê heta dawî têkoşîna xwe bidin."

(bd/mae)