'Li Roboskiyê jiyan li ber devê kêrê ye'
"Ji ber ku li gund welatî ji neçariyê qaçaxvaniyê dikin jiyana welatiyan li ber devê kêrê ye"
MEHMET ZEKİ ÇİÇEK/JİHAT AKÇA
ŞIRNEX (DÎHA) - Welatiya Roboskiyê ya bi navê Kadriye Alma (30) ku 15 salin li Stenbolê dijî, diyar kir ku piştî komkujiya Roboskiyê ya 34 welatî hatin qetilkirin 2 caran çû Roboskiyê û wiha got: "Li gund tirsek serdest e. Ji ber ku li gund welatî ji neçariyê qaçaxvaniyê dikin jiyana welatiyan li ber devê kêrê ye.
Di ser komkujiya 34 welatiyên li Gundê Roboskiyê re nêzî 7 mehan derbas bûn. Lê hêj der barê kujeran de tu agahî nehatine ronîkirin. Li aliyê din ji ber ku pirsgirêka welatiyan a aborî û debarê nehatiye çareserkirin welatî neçarin ku dîsa bazirganiya ser sînor bikin. Welatiyên ku ji bo debarê 34 can li ser kirin, dîsa li gel hemû tirsê berê xwe didin mirinê.
Welatiya ji gundê Roboskiya navçeya Qilebanê ku 15 salin li Stenbolê dijî Kadriye Alma (30), anî ziman ku piştî komkujiya 28'ê kanûnê 2 carin diçe gund û li gund tirsek gelek mezin heye. Alma, anî ziman ku ji roja bûyerê heta niha tu guhertin li gund çênebûye û wiha got: "Hemû kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan xizmên hevin. Her ku diçim gund wekî ez bi ser komkujiyê de biçim. Em diçin ser goristanê û tên. Her ku ez diçim ez heman êşan dubare dijîm. Hemû êş û jan wekî berê ne. Her tişt xerabtir dibe.
'Her ku topek û guleyek tê teqandin dilê me digêje devê me'
Alma, da zanîn ku welatî ji neçarî ji bo debara xwe bikin dîsa bazirganiya ser sînor dikin û her gule û bombeyek diteqe tirsa wan 2 qat zêde dibe. Dema ji gundê Bêcuhê top tên avêtin em bi şevê nikarin razên. Welatiyên vir jiyana wan li ber devê kêrê ye. Her şev top tên avêtin. Hem şerê derûnî û hem jî şerê fîzîkî dimeşînin. Her tim komkujiyek din li ber deri ye.
Alma, da zanîn ku mixabin nikarin li ser axa xwe jî azad bijîn û wiha got: "Li vir ewlehiya jiyana mirovan tune. Ewlehiya leşker, cerdevan, gundû û kesên çiyê tune. Berê welatî heta saet 24'an digeriyan. Lê niha nikarin êvarî derkevin dervê malên xwe. Welatî her tim di nava tirs û talûkeya mirinê de dijîn."
(mae)