Li Roboskiyê mexdurê duyemîn, AKP ye!
Velî Encu, Ferhat Encu û Ozer Urek ji bo ku lêpirsîna Komkujiya Roboskiyê di kîjan astêde ye hîn bibin Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê ziyaret kirin
ŞÎLAN OZHAN/EMÎNE ALTINKAYA Velî Encu, Ferhat Encu û Ozer Urek ji bo ku lêpirsîna Komkujiya Roboskiyê di kîjan astêdeye hîn bibin Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê ziyaret kirin diyar kirin ku li Meclîsê tişekî dilê wan têrbike nehate gotin. Ferhat Encu, diyar kir ku Parlementera AKP'ê ya Wanê Gulşen Orhan hewil da hikûmetê jî mexdur nîşan bide û Orhan ji wan re wiha got; "Mexdurên yekemîn hûn in lê mexdurê duyemîn em in."
Xizmên 34 welatiyên di 28'ê kanuna 2011'an de li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê bi balafirên şer tên tirk jiyana xwe ji dest dan Velî Encu, Ferhat Encu û Ozer Urek, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê ziyaret kirin. Xizmên windayan, ji bo aqubeta lêpirsînê hînbibin bi Wekîla AKP'ê ya Wanê Gulşen Orhan, Serokê Komîsyona Qilebanê Îhsan Şener, Parlementerê CHP'ê yê Enqere Levent Gok û Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê Ayhan Sefer Ustun re hevdîtin kirin. Velî Encu, Ferhat Encu û Ozer Urek, têkildarî hevdîtinên kirin de ji DÎHA'yê re axivîn.
'Dewleta hesabe kevirê avêtin qeymeqam dipirse lê hesaba 34 canan napirs e'
Velî Encu, bal kişand ser helwesta hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr û anî ziman ku ji bo komkujiyê lêkonîn bike piştî mehekê komîsyon hate avakirin. Encu, anî ziman ku di pêvaoya lêpirsînê ya borî de tu encama negirtin û daxwaza malbatan ew e ku dad pêk bê û wiha got: "Em dixwazin ev daxwaz valaha dernekevin." Encu, da zanîn ku ji bo têkildarî lêpirsînê de agahiyan bigirin çûn Meclîsê û bi Wekîla AKP'ê ya Wanê Gulşen Orhan, Serokê Komîsyona Qilebanê Îhsan Şener, Parlementerê CHP'ê yê Enqere Levent Gok û Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê Ayhan Sefer Ustun re hevdîtin kirin. Encu, bilêv kir ku di dema hevdîtinê de ji wan re gotin ji Fermandariyê raporek hat û wiha axivî: "Ji me re gotin hêj wan rapor lêkolîn nekirin e" Encu, destnîşan kir ku fersenda wan a raporê lêkolîn bikin tunebû û komîsyon dê îro raporê lêkolîn bike. Velî Encu, diyar kir ku wan sedema girtina xizmên xwe yên piştî komkujiyê pirsîn û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Yên rastî komkujiyê hatin em û yên tên sûcdarkirin û girtin jî dîsa em. Bêdadiya vê yekê me anî ziman." Encu, anî ziman ku wan xwest xizmên hatin qetilkirin ên hatin girtin serbest bên berdan û wiha pê de çû: "Dewleta hesaba kevirê avêtin qeymeqam dipirse hesaba 34 canan napirs e. Di hevdîtinê de rayedaran ji wan re got 'Bi sekinin û sebrê bikin' Herî zêde me teselî dikin ji bilî wê tu tiştên din tuneye. Êşa me mezin e û Meclîsê ji tu tiştê dilê me rehat bike tuneye."
'Heke daxuyaniyeke diltêrbûn nebe em dê koç bikin'
Ferhat Encu jî diyar kir ku Serokê Komîsyona Qilebanê bang li wan kir lê tu daxuyaniyên dilê wan têrbikin nekirin. Encu, anî ziman ku ew ji bo agahiyeke berfireh û hate kengî dê bisekinin bipirsin hatin Enqere. Ferhat Encu, da zanîn ku wan ji Şener re gotin aliyê aborî pêşxistin exlaqî nin e û wiha got: "Me ji wan re got heke wisa nêzîk bibin edalet pêk nayê. Heke raporekî dilê me têrbike neyê aşkerakirin em dê ji gund koçberî Herêma Fedaral a Kurdistanê."
'Orhan, li Roboskiyê hikûmet jî mexdur bû nîşan da'
Ferhat Encu, axaftina Parlementera AKP'ê ya Wanê Gulşen Orhan a bi wan re kir jî anî ziman û wiha axivî: "Wekî tiştên hatin jiyîn derveyî hikûmetê pêk hatin û tu berpirsiyariya hikûmetê tuneye axivî. Ji me re got 'Mexdurê yekemîn hûn in mexdurê duyemîn jî em in' Bi awayeke nerasterast sûcar Serfermandar û rayedarên leşkeran nîşan da. Sedema serokwezîr piştî bi ser bûyerê de 2 roj derbas bûn daxuyanî da jî agahî dereng hiştin destê wî îdîa kir." Encu, da zanîn ku divê raporeke dilê wan têrbike bê amadekirin. Ferhat Encu, bilêv kir ku ligel aliyê bûyerê yê leşker aliyê siyasî jî heye û wiha axivî: "Em tenê aliyê bûyerê yê leşkerî nafikirin. Bandora siyasî jî li ser vê yekê heye. Ew jî vê yekê li dijî hikûmetê weke komployeyekê dibînin. Me jî got heke tiştekî wisa hebe derbixin holê û xwe jî paqij bikin û bersivê bidin me jî. Niha di hikûmetê de hûn in û berpirsiyarê vê yekê hûn in. Em ji wan re got em niha wan berpirsiyar dibînin. Em dê li benda bidawîbûna lêpirsînê bibin."
'Tenê daxwazeke me heye ew jî zelalkirina komkujiyê ye'
Ozer Urek jî diyar kir ku tenê daxwazeke wan heye ew jî komkujiya Roboskiyê bê zelalkirin e. Urek, anî ziman ku heke ev lêpirsîn bê zelalkirin dê bûyerên kiryar nediyar ên berê jî bên zelalkirin û wiha got: "Divê ji bo bûyerên wisa pêk neyên divê ev bûyer bê zelalkirin. Heke ev bûyer neyê zelelkirin baweriya welatiyan bi dewletê namîn e."
(bd)