Li Roboskiyê pêvajoya hiqûqî naxebite
Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrvan Elçî diyarkir ku, pêvajoya hiqûqî ya têkildarî komkujiya Roboskiyê bi awayekî encam bigire birêve naçe. Li gorî Elçî ku ji ber sedema biryara nepeniyê nikarin agahiyan bigirin; dewleta Tirk komkujiyê dinixumîne.
Di doza 34 Kurdên ku 28’ê Kanûna 2011’an li Roboskiyê di encama bombebarana balefirên şer yên artêşa Tirk de hatin qetil kirin, pêşveçûne nayê dîtin. Li rexmî salek li ser komkujiyê re derbazbû jî dozgerên Tirk têkildarî berpirsên bûyerê hêj pêngavek zelal ne avêtine.
Yek ji şopdarên pêvajoya hiqûqî ya komkujiya Roboskiyê Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrvan Elçî ji ANF’ê re nirxand: “Weke tê zanîn destpêkê dosya ji Dozgeriya Rayeya Taybet ya Amedê re hate şandin. Ji ber ku li ser dosyayê biryara nepeniyê hebû, hate astengkirin ku em agahiyan bigirin. Gelek caran me bi hevalên xwe yên baroyên din re hewil da û me israr kir, me îtîraz kir lê belê me encam negirt; biryara nepeniyê nerabû.”
Parêzer Elçî got; “Em di wê baweriyê de ne ku têkildarî komkujiya Roboskiyê lêpirsînekî tendurist nayê kirin. Rojên borî dema ku me serdana Wezîrê Edaletê kir, em ev fikra xwe jêre got. Hêjan negihane kiryarê bûyerê.”
DOZGER DIRENG TÊXIN
Parêzer Elçî bibîr dixe ku, ‘Biryara nepeniyê dikarin ji bo selametiya hinek dosyayan derbêxin’ û wiha berdewam kir: “Lê belê em di wê baweriyê de ne ku biryara nepenî ya li ser dosya komkujiya Roboskiyê bizanabûne. Ji ber ku ji xwe ev biryar ji bo selameta dosyayê ye, mînak ger kesên bên lêgerîn hebin ji bo wan ji vê sûcê rizgar nekin tê danîn, rewşekî îstîsnayî ye. Lê belê îstîsnaya li vir vegerandine qûralekê.”
Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrvan Elçî diyar dike ku, ew bi dozger û cîgirê serdozgerê ku bi dosyayê ve eleqer dibe hevdîtin kirine û ev agahî dan: “Gotin ew li ser mijarê hesasin, lê belê tenê ev yek gotin. Heya niha pêngavekî ku bide diyarkirin ku ew hesasin ne avêtine. Rewşek wiha çênebûye. Lê belê pêwîstbû belge bi raya giştî re parve bikiriban. Dema ku em bi dozgeran re hevdîtinê çêdikin, agahiyên taybet nadin. Tenê tişta ji me re dibêjin ‘îfade tên girtin’. Lê belê me lêkolîn kir hêjan îfade nehatine girtin.”
Prz. Elçî destnîşan dike ku, hema bêje li ser komkujiyê salek derbazbû û diyarkir ku, “Di van mijarên wisan de ev dem pir dirêje. Dosyayekî pir girînge. Di aliyê mirovanî de jî dosyayekî ku mirov taybet li ser birawesteye. Ne bûyerekî sextekariye. Tabloyekî zarokan jiyana xwe ji dest dayî heye, lê belê bi awayek mirovanî nêz nabin.”
‘JI BO RONKIRINÊ AKP’ PIŞTGIRIYÊ NADE’
Prz. Elçî difikire ku, di lêpirsîna komkujiya Roboskiyê de hikumeta AKP’ê jî rolekî erênî naleyîze û wiha vegot: “Li gorî min ji bo bûyer ronî bibe AKP’ê helwestekî rasteqîn nîşan nekir. Di rastiyê de dosyayên bi vî awayî ne mijarên wisanin ku dozger tena serê xwe bikare encam bigire. Em li beramberî dosyayekî ku siyasetmedar, rêveberî û çapemenî erênî nêz nabinin. Bi taybet AKP’ê rolekî erênî neleyîst. CHP û MHP’e jî hemanin. Ji bo hevdû di siyasetê de xilas bikin û bixin zoriyê rexne dikin lê belê ne samîmîne. Kiliçdaroglû jî hat ziyaretê bes tenê di ziyaretê de ma.”
‘DEWLET HEWIL DIDE BINIXUMÎNE Û BIDE JIBÎR KIRIN’
Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrvan Elçî dide zanîn ku, weke di komkujiyên derbazbûyî de jî çêbûyî, dewlet hewil dide komkujiya Roboskiyê jî binixumîne. Elçî got; “Rayedarên dewletê di dozên ku nikare ji raya giştî re bêje, aşkera bike de dê pêvajoyê sar bike, hewil dide binixumîne û bide ji bîr kirin. Em di komkujiya Roboskiyê de dibin şahidê vê.”
Prz Elçî da zanîn ku, ji ber ku hêjan doz bi encam nebûye malbat jî bertek nîşan didin û aşkera kir k, heta kiryar neyên cezakirin dê berteka malbatên mexdûr berdewam bike.
Prz. Elçî destnîşan dike ku, ew dê vê dozê bernedin, ew dê zexta bikin û her wiha li benda piştgiriya civak û derdorên demokratin.
ANF NEWS AGENCY