Li Rojava derman û serûm qediyan
AHMET SUMBUL - DÊRIK -ANF Ji ber ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ve dor li Rojavayê Kurdistanê hatiye girtin, alîkariya tibî nagihêje herêmê û derman û serûmên heyî jî qediyan. Ji ber derziya li dijî felca zarokan xelas bûye, derzîkirinên pêwîst ên ji bo zarokên 0-6 salî yên li dijî sorik û felcê nayên kirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya li Dêrikê, ji ber ku doktoran herêm terikandine, întor (Xwendekarên pola dawî ya fakulteya tipê) hewl didin nexweşan derman bikin. Ji ber kêmbûna maşînên diyalîzê, 2 nexweşxan jiyana xwe ji dest dan. Bi tenê li Dêrikê ji bo 50 nexweşên diyalîzê 3 maşîn xizmetê didin.
Ji ber ku ji Bakur ve Tirkiyê, ji Rojhilat ve Hikûmeta Kurdistana Federal deriyên sînor girtine, ji Rojava û Başûr ve jî komên Îslamî yên radîkal rê girtine, derman û serûmên pêwîst ên lezgîn, nagihêjin Rojavayê Kurdistanê.
Derman û serûmên heyî yên li nexweşxaneyan jî li gelek navçeyan qediyane. Li bajarên mezin ên mîna Qamişlo jî, derman û alavên tibî li ber qedandinê ne.
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê, ku ji herêmên Çilaxa, Hesekê, Girkê Legê nexweş tên, derziyên pêwîst ên ji bo zarokên 0-6 salî yên li dijî sorik û felca zarokan divê werin kirin, xelas bûne, lewma nayên kirin.
Li herêmê derziya li dijî harbûnê, serûmên li hemberî pêvedana mar û dûpişkan jî, ev çend rojin qediyane. Seroka Komîteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê Rojîn Ehmed ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku ji ber deriyên sînor girtî ne, derman û serûmên di destê wan de qediyane.
Ehmed ragihand ku derfetên wan ên ji bo parastina xwînê ji bo nexweş û birîndaran nîne û got, "Gel, di rewşa pêwîste ji bo were bikaranîn, xwînê dide. Lê belê derfetên me tineye ku em xwînê li cihekî rabigirin û di şertên tibî de biparêzin. Ji ber ku kîsên em xwînê lê hilînin, tineye. Lewma, xwîna em kom dikin, gelek caran bi kêr nayê."
Ehmed diyar kir ku ji ber girtina deriyên sînor, pêwistiya wan bi lezgînî bi derman, serûm û alavên tibî hene û weha peyivî:
"Cîhan, rewşa li vê derê nabîne. Her derê me hatiye girtin. Pêwistiya me bi derman û serûman hene. Derziyên me yên li dijî sorik û felca zarokan xelas bûne. Serûmên li dijî jehrîbûna pêvedana mar û dûpişkan ji mêj ve xelas bûne. Nexweşên mar an jî dûpişk pê ve didin, em wan dişînin Qamişlo. Li wê derê jî ev derfet kêm in. Gel bi rê û rêbazên xwe yên berê, hewl dide ji jehrê re çare bibîne."
5 XWENDEKARÊN FAKULTEYA TIPÊ YÊN DILXWAZ, XIZMETÊ DIDIN NEXWEŞAN
Ehmed da xuyakirin ku ji ber kêmbûna maşînên diyalîzê wan du nexweşên xwe yên ji gurçikê wenda kirine û got, "Bi tenê li navçeya me 50 nexweşên diyalîzê hene. Ev nexweş, divê di nava hefteyê de hin rojan bi maşîna diyalîzê bên girêdan. Lê ji 6 maşînên me yên diyalizê 3 jê dixebitin. Ji ber kêmbûna maşînên diyalîzê me du nexweşên xwe wenda kirin. Em li vê derê xizmetê didin nexweşên ji navçeyên derdorê jî. Lê belê derfetên di destê me de, her diçin kêm dibin. Pêwistiya me bi lezgînî bi alavên tibî, derman û serûman hene."
Ahmed destnîşan kir ku pêdivî bi doktoran heye û Çilaxe, Hasekî, Girkê Legê 5 kesên ku di Fakulteya Tibê de pola 5, dixwînin û hîn staja xwe nedîtine xizmetê dikin. Ahmed di berdewama axaftina xwe de wiha got, "Ligel derman û serûman pêdîviya me bi doktoran heye. Destûr nadin doktor ji derve bên. Hatina doktorên sînornenas jî tê astengkirin. Mixabin derfetên di destên me de ev in.”