1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Li Rojava kedkarên perwerdeya ziman ji sedî 75 jin in'
'Li Rojava kedkarên perwerdeya ziman ji sedî 75 jin in',li,rojava,kedkarên,perwerdeya,ziman,ji,sedî,75,jin,in

'Li Rojava kedkarên perwerdeya ziman ji sedî 75 jin in'

A+ A-

14 Gulan

SAMÎ YILMAZ / ERDOGAN ALTAN

COLEMÊRG (DÎHA) - Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî û Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê Menal Mihemed Emîn Yusif ku tevlî konferansa "Sêkuçkên Zagrosan: Di sê kuça birîndar de yekîtiya neteweyî" ya li navçeya Geverê pêk hat bû derbarê asta perwerdehiya zimanê kurdî ya li Rojava agahî da. Yusif, diyar kir ku hêjayî gotinê ye ku ji destpêka "Şoreşa Rojavayê Kirdistanê" heya niha tevahî mamosteyên kurdî û kedkarên ziman bê heqdest, bi dilxwazî û hezkirin ked didin. Yusif, anî ziman ku ji van mamosteyan ji sedî 75 jin in û keçên ciwan in.

Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî û Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê Menal Mihemed Emîn Yusif ku tevlî konferansa "Sêkuçkên Zagrosan: Di sê kuça birîndar de yekîtiya neteweyî" ya li navçeya Geverê pêk hat bû derbarê asta perwerdehiya zimanê kurdî ya li Rojava agahî dan DÎHA'yê.

'Li seranserê Rojava zimanê kurdî bûye zimanê fermî yê xwendinê'

Yusif, diyar kir ku weke tê zanîn ev sala sêyemîn e ku ew li Rojavayê Kurdistanê weke lingekî esasî yê vê şoreşa bi rûmet xebatên ziman û perwerdeya kurdî dimeşînin. Yusif, da zanîn ku dikare were gotin ku di nava van sê salan de bingeheke baş çêbûye û gavên girîng hatine avêtin. Yusif, destnîşan kir ku girêdayê pêşketin û mayîndebûna nirxên şoreşê afirandî, binesaziyeke ku ji xebatên wan yên ziman û perwerdeyê re rê veke, çêbûye. Yusif, anî ziman ku ev bingeh li gorî xweserî û taybetmendiyên her herêmekê ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve hatine nirxandin. Yusif, wiha got: "Ev ast li hin herêmên Rojavayê Kirdistanê baş pêş ketiye, li hin herêman jî di asta navîn de ma ye. Rexmê hemû astengî û kêmahiyan jî, van du salên dawî di serî de li Efrînê, Kobanê û Cizîrê, li seranserê Rojavayê Kurdistanê zimanê kurdî daketiye nava bernameya dibistanên fermî û bûye zimanê fermî yê xwendinê. Hir çiqas ezmûna yekemîn be jî, vê sîstemê asteke baş bi mamoste û xwendevanan daye qezenckirin û di warê hişmendî de rê li ber gelek guherînên girîng vekiriye."

'Ji bilî dibistanan li tax û gundan dewreyên perwerdeyê tên vekirin'

Yusif, diyar kir ku li gel perwerdeya di dibistanan de tê dayîn, xebatên amadekirin û zêdekirina mamosteyên zimanê kurdî ji her diçe zêde dibe. Yusif, anî ziman ku di nêzîkatî, feraset û hişmendiyan divê yek dibistan bê mamoste nemîne û tu kes ji perwerdeya zimanê kurdî bê par nemîne û ev tişt gotin: "Ji derveyî dibistanan jî li hemû bajar, tax û gundan dewreyên perwerdeyê tên vekirin. Di serî de jin û ciwan, gelek beşên din ên civakê jî di van perwerdeyan re derbas bûne. Li her sê Kantonên Cizîrê, Efrînê û Kobanê ji derveyî perwerdeya ku li dibistanên fermî tê dayîn, di nava du salan de dora 22 hezar 500 jin, ciwan û pîşesaz di perwerdeya zimanê kurdî re derbas bûne û bawernameyên SZK'ê girtine. Ji nava van bi qasî 3 hezar 100 mamosteyên zimanê kurdî derketine û her diçe ev hejmar zêdetir dibe. Em hedef dikin ku di bêhndana havînê de jî ji bo bilindkirina asta mamosteyan li ser ziman perwerdeyên kûrkirinê bidin destpêkirin."

'Armanc di nava xwendina du salan de bigihêjin asta kadroyên ziman ên serkeftî'

Yusif, derbarê berendam û vekirina saziyên kurdî de jî agahiyên girîng da û wiha pê de çû: "Wekî xebata akademîk li Kantona Cizîrê Akademiya Ziman, Dîrok û Wêjeya Kurdî ya Celadet Bedirxan bi tevlîbûna 37 berendamên mamostehiyê di 23 cotmeha 2013'an de li bajarê Qamişlo hat vekirin. Niha dewreya duyemîn bi beşdariya 40 berendamên mamostehiyê didome. Li Kantona Kobanê, Akademiya Viyan Amara Ya Ziman û Perwerdeya Kurdî di dîroka 29 kanuna 2013'an de bi tevlîbûna 22 kesên berendamê mamostehiyê hat vekirin. Li Kantona Efrînê Akademiya Ş. Ferzad Kemanger bi tevlîbûna 120 kesên berendamê mamostehiyê dewre hat vekirin. Ev xebatên akademîk ji bo bilindkirina asta mamosteyên SZK'ê û fermîkirina wana tên meşandin. Li gel vê, di çarçoveya projeyeke taybet de li Efrînê Peymangeha Ş. Viyan Amara hatiye vekirin. A niha 366 xwendevan di peymangehê de perwerdeya xwe dibînin. Ji niha ve asteke wan a baş derketiye holê. Em bi hêvî ne ku di nava xwendina du salan de bigihêjin asta kadroyên ziman ên serkeftî."

'Li gel şer û dorpêçkirinan xebata ziman pêşve diçe'

Yusif, diyar kir ku van xebatên akademîk di asteke bilind de civaka Rojavayê Kurdistanê hişyar kiriye û di warê hişmendî de jî risteke girîng dileyîzin. Yusif, da zanîn ku di van akademiyan de dersên ziman, rêziman, wêje û dîroka zimanê kurdî, dîroka Kurdistanê, felsefe, civaknasî û jineolojî mijarên sereke ne û wiha got: "Di demeke kurt a sala duyemîn a şoreşê de rexmê hemû bêderfetî, şert û mercên giran ên şer û dorpêçkirina herêmê jî, bi destek û alîkariya TEV-DEM'ê me di van xebatan de israr kir û niha ev xebat di asteke baş de pêşve diçe."

'Jin di vê xebatî de roleke pêşeng dilîzin'

Yusif, destnîşan kir ku hêjayî gotinê ye ku ji destpêka Şoreşa Rojava heya niha tevahî mamosteyên kurdî û kedkarên wan ên ziman bê heqdest, bi dilxwazî û hezkirin ked didin û wiha axivî: "Ew tenê dizanin ku bi vê xebata pîroz xizmeteke neteweyî û welatparezî bi cih tînin û bi vê yekê serbilind in. Ya herî girîng jî, di nav xebatên me yên pêşxistin û parastina zimanê kurdî de îro keç û jinên kurd roleke pêşeng dileyîzin. Hema bêje, ji sedî 75'ê mamosteyên kurdî jin in, keçên ciwan in."

'Ji ber ambargoyê em nikarin pirtûkên xwe di wextê wê de çap bikin'

Yusif, anî ziman ku taybet di vê xebatê de weke xebatkar û kedkarên zimanê kurdî tiştê ku ew herî zêde têde zoriyê dikêşîn mijara çapkirina pirtûkên dibistanan e. Yusif, derbirî ku ji ber ambargoya li ser herêmên wan, ew nikarin pirtûkên xwe di wextê wê de çap bikin, li xwendekaran belav bikin. Yusif, derbarê mijarê de mînakek da û wiha pê de çû: "Mînak, îsal li dibistanên fermî rast e dersên zimanê kurdî hatin dayîn, lê pirtûka dersê di destê xwendekaran de nebû. Ev jî asta pêşxistina perwerdeyê giran dike. Îro deriyê Rojava li hemû zimanzan, wêjevan û welatperwerên kurd re vekiriye ku di pêşxistin û serkeftina vê xebata parastin û jiyandina zimanê kurdî de bi hestiyarî tevbigerin û jêre bibin alîkar, piştgir û tevlî bibin."

(ea/ bd)