1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Rojava şaredartiya gel
Li Rojava şaredartiya gel,li,rojava,şaredartiya,gel

Li Rojava şaredartiya gel

A+ A-

SERÊKANIYÊ – Bajarê Serêkaniyî piştî ku salekê dibin dagirkeriya komên çeteyan de û ji aliyê YPG’ê ve hate rizgarkirin, ji nû ve hate avakirin. Di vê avakirinê de Şaredariya Gel cihê sereke girt.

Bajarê Serêkaniyê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê dikeve beranberî bajarê Serêkaniya serxetê. Bajarê li ser çemê Xabur hatiye avakirin, bi ava xwe ya zêde û xweşikbûna xwe bala herkesî dikişîne.SRK-SAREDARIYA-GEL-5

Hejmara niştecihên bajar 25 hezar kesên ku ji pêkhateyên kurd, ereb, çeçan û suryanî pêk tê ye. 270 gund û bajarok girêdayî bajar in. Di nava sînorên wê de 365 kanî hene. Çavkaniya bingehîn a çandiniye û piraniya xelkên herêmê ji çandiniya genim, pembo, nîsk û hin cureyên zebzeyan debara xwe dikin.

Serêkaniyê bajarê destpêkê yê Rojava ku rastî êrîşan hatiye û şerkên dijwar di nava bajar de qewimîn e. Di encama destaneyên lehengiyê, berxwedana gel û cangoriyên azadiyê de bajar bi temamî hate rizgarkirin.

Ji nû ve avakirin û şaredarî

Piştî bajar ji çeteyan hate rizgarkirin sazî û dezgehên rêvebirinê hatin damezirandin. Yek ji saziyên ku hatine damezirandin Şaredariya Gel a Serêkaniyê bû. Têkildarî xebatên şaredariyê Hevserokê Şaredariya Serêkaniyê Ebdulezîz Salih diyar kir ku sîstema şaredariya di rêveberiya xweseriya demokratîk ji yên sîstema dewletê gelekî cudaye û got ku piştî rizgarkirina bajar ji destê komên çete ku di 7’ê tîrmeha 2013’an hate rizgarkirin piştî wê demê sazî û dezgehên xizmet û rêveberina bajar hatin damezirandin.SRK-SAREDARIYA-GEL-7

Ji sazî û dezgehên hatine damezirandin şaredariya gel a Serêkaniyê ye. Şaredarî bi tevlîbûna hemû pêkhateyan bajar hatiye damezirandin û bê navber xizmeta hemû welatiyan dike. Şaredariyê gelek xebatkar.

Şardariyî herêma ku di herêma ku ji gundê Can Temir ya 10 kîlometrî rojhilatî bajar û Xirbet Benat a 25 Kîlometrî başûrê bajar û gundê Menacîr a 20 km başûrê bajar de xizmet dike. Di şaredariyê de komîtiyên xwezayê, maliyê, sotemanî, fenî, dispilîn, zihêr, erşîv, belge, rahihandin û jinan hene. Di her komîteyekê de ji 3 heta 4 xebatkar an ji herdû zayendan cihê xwe digrin. Şaredariyê bi sîstema hevserokatiyê tê rêveberin.

Komîtya jinan ku 11 jin têde cihê xwe digirin heta niha 6 piroje pêk anîn. Her wiha hîn pirojeyên çêkirina parka giştî, vekirina navenda zarokan û şopandina kenalizyona bajar jî têne lêkolînkirin.SRK-SAREDARIYA-GEL-4

Derbarê xebatên şaredariyê ku heta niha hatine kirin Ebdulezîz Salih got ku şaredariyê nan ji welatiyan re peydakiriye, pirsgirêka ceyranê û avê li gorî derfetan peyda kiriye. Salih, tekez kir ku wan qanên xwe li gorî sîstema xweseriya demokratîk destnîşankirine û ev tişt anî ser ziman: ”Ji pirojeyên me terxankirna cihê çopê û cêkirina çopxaneyekê li cihekî dûrî cihê welatiyan, çêkirina riyên ketin û derketina bajar, veguheztina sûka sewalan, dalqandina wêneyên cangoriyên azadiyê di kolanên bajar de û paqijya kolan û deverên bajar.”

Derbarê pirojeyên pêşerojê jî Salih ev tişt anî ser ziman: ”Em bê navber di nava hewldanan de ne ku dîmenê bajarê xwe xweşik bikin û papijiya di nava bajar de derkeve asta herî jor.”

Welatiya bi navê Semîra Xelîl derbarê xwbatên şaredariyê de razîbûna xwe nîşan da û got ku şaredarî bê navber kar û xebatan dike da ku bajar bi dîmenekî xweşik û paqij diyar bibe, şaredariyê bermahiyên wêraniya bajar ji kiriyarên çeteyan paqij kir û tiştên xirabûye temîr kirin û got: ”Ne mumkine em şaredariya xweseriyê û şaredariya berê ya rêjîma Baas wekî hev binirxînin. Şaredariya xweseriyê bê navber xizmeta hemû welatiyên bajar dike.”

(dc)

ANHA


Bêjeyên Miftehî