1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li rojavayê Kobaniyê amdekariya vekirina kampekê tê kirin
Li rojavayê Kobaniyê amdekariya vekirina kampekê tê kirin,li,rojavayê,kobaniyê,amdekariya,vekirina,kampekê,tê,kirin

Li rojavayê Kobaniyê amdekariya vekirina kampekê tê kirin

A+ A-

KOBANÎ – Desteya Kar û Barê Civakî ya Kantona Kobaniyê ji bo şêniyên gundê Qenaya ya rojavayê Kobaniyê amadekariya vekirina kampekê dike.

Ji ber ku gundê Qenaya ya rojavayê Kobaniyê nêzî çemê Firatê ye û di xeta şer de û ji ber ku hawanên çeteyan dighêjin gund. Desteya Kar û Barê Civakî ya Kantona Kobaniyê amadekariya vekirina kampekê dike da ku welatiyên gund di herêmeke aram de bi cih bike. Welatî dê heta xeteriya çeteyan ji herêmê dûkev dê vegerin gundê xwe.

Têkildarî mijarê Serokê Desteya Kar û Barê Civakî ya Kobaniyê Şervan Muslim diyar kir ku dê kampekê li cebheye rojava-başûrê Kobanê û nêzî gundê Qenaya bê vekirin û wiha got: ˮJi ber mana şîniyan di gund de xetere, me biryar da kampekê vekirin. Di kampê de dê nêzî 200 konan bê danîn.ˮ

Muslim, destnîşan kir ku desteya wan bi hemû hêza xwe dê kampa amade bike û bang li hemû saziyên mirovî yên navnetewî kir ku kerîdoreke merovî bi Kobanê re vebikin.

(dc)

ANHA