Li Rojavayê Kurdistanê pirtûkxaneyên zarokan
10 /( 2014 NAVENDA NÛÇEYAN- Di rojavayê kurdistanê de, piştî ku şoreş dest pê kir, li rex gelek xebatan, xebatên vekirina pirtûkxaneyan hatin kitin. Li her bajarekî pirtûkxaneyên bi navê tekoşeran hatine vekirin. Di van pirtûkxaneyan de beşên zanist, dîrok, felsefe, wêje, çand û pirtûkên taybet bi zarokan hene.
Di pirtûkxaneyan de pirtûkên bi zimanên Kurdî û Erebî hene, ji bo zarokan jî beşeke taybet amade kirine. Zarok rojane serdana pirtûkxaneyan dikin û ji bo xwe pirtûkan werdigrin. Berpirsyarên pirtûkxaneyê ji bo pirtûk vegerin, navên kesên ku pirtûkan werdigrin, her wiha nav û hejmara pirtûkê di lîsteyekê de qeyd dikin. Di nava rojê de bi dehan zarok bi armanca wergirtina pirtûkan bi awayekî komî berê xwe didin pirtûkxaneyan û ji bo xwe pirtûkên li gorî temenên xwe digrin.
Derbarê mijara vekirina beşên pirtûkan ên taybet bi zarokan di pirtûkxaneyan de berpirsyareke pirtûkxaneyekê ya bi navê Rojîn Osman wiha axivî: "Zarok pêşeroja civakê ne. Armanca me ji vekirina van beşan ew e ku zarokan ber bi xwendinê ve bêne dehfandin. Ji bo ku di civakê nifşekî zane were avakirin ku ji zanebûnê hez bike em bi pirtûkên li gorî asta wan pêşkêşî wan dikin da ku ber bi pirtûkxane, xwendin û zanbebûnê ve werin dehfandin."
Di pirtûkxaneyan de piraniya zarokan pirtûkên kurdî ji bo xwendinê dipejirînin. Derbarê pirsa sedema vê yekê de zarokan wiha bersivandin: "Ji ber ku em ji zimanê xwe yê kurdî hez dikin, dixwazin ku fêrî zimanê xwe bibin û ji ber ku kurdî ziman me ye, em pirtûkên kurdî dipejirînin".
Niha di piraniya dibistanên bajar û gundên Rojavayê Kurdistanê de wane bi zimanên Erebî û Kurdî têne dayîn. Zarokên Kurd herî zêde dixwazin ku pirtûkên bi zimanê kurdî bixwînin. Ji ber ku di hundirê malê de jî bi dayîk û bavê xwe bi xwîşk û birayên xwe re bi kurdî dipeyivin.
Li rojavayê kurdistanê di hemû welatiyên Kurd di malên xwe de, li ser karê xwe û li hemû cihan bi hev re bi zimanê Kurdî daxivin. Tişta ku hêsaniyê dide xwendina pirtûkan û fêrbûna li dibistanan.
ZINARÎN AYDÎN
(he)