Li rojavayê Serêkaniyê emîrekî DAIŞ'ê hate kuştin
A+
A-
SERÊKANIYÊ - Hêzên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li başûr-rojavayê bajarê Serêkaniyê operasyonek destpê kirin. Heta niha 22 çete di navde emîrekî çeteyan hatin kuştin.
Li gorî nûçegîhana ANHA'yê ya herêmê, şervanên Yekîneyên Parastina Gel duh saet di 17.00'an de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên di navbera gundên El-Dehmaa û El-Rawiyê yê başûr-rojavayê bajarê Serêkaniyê operasyonek leşkerî da destpêkirin. Di şer û pevçûnên ku heta saet 01.00'an dewam kirin de 22 çete hatin kuştin. Di nava 22 kuştiyan de emîrê bi navê Ebû Cemal jî hebû.
Operasyona li dijî çeteyan hê jî didome.
(wk)
Bêjeyên Miftehî li,rojavayê,serêkaniyê,emîrekî,daiş,ê,hate,kuştin